NAVENDA NÛÇEYAN 17.06.2014 21:09:18
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ragihand ku Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) tevayî çek û cebilxaneyên li Mûsilê bidesxistî, veguhestiye bakûrê Sûriyê. Mûslim wiha got: “Amerîka, Ewrûpa û Tirkiye jî behsa demokrasiyê dikin, lê di pratîkê de piştgiriyê didin radîkalan. Tevayî hêz û aliyan bi awayekê peywendî ligel DAİŞ’ê hene.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di hevpeyvînek ligel Navenda Nûçe û Şîroveyan T24 de pêşketin û guhertin vê dawiyê yên li Iraq, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Mûslim diyar kir ku DAİŞ bi piştgiriya Baasiyên kevin ên rejîma Seddam, hêjmarek grûbên navçeyî û kesayetiyên herêmê, ji hemûyan jî giringtir liberxwenedana artêşa Iraqê karî Mûsilê kontrol bike.
Salih Mûslim di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku DAİŞ bûye amrazek di destê çend dewletên Rojhilata Navîn de û wiha got: “DAİŞ ne tenê grûbek e. Divê wekî El-Qaîde di çarçoveya peywendî û pêwîstiya wan a ligel dewletên navçeyê û cîhanê de were nirxandin.”
‘YEK JI ARMANCÊN DAIŞ’Ê PETROLA KERKÛKÊ YE’
Hevserokê PYD’ê ragihand ku her kesekê DAİŞ’ekî xwe yê taybet heye û wiha pêdeçû: “Hemû dewletan bi awayekî peywendî ligel DAİŞ’ê hene. Rojava, Amerîka, Tirkiye, Beşar Esed, Nûrî Malikî û yên din DAIŞ’ên xwe yên taybet hene.”
Salih Mûslim li ser armanca hêzên piştgiriya DAIŞ’ê dikin jî ev tişt got: “Ew dixwazin kurdan neçar bikin ku ji Mûsil, Kerkûk û Şengalê derbixin û wan li Silêmanî û Hewlêrê bi awayekî teng bi cih bikin.”
Mûslim diyar kir ku DAİŞ dixwaze herêmên petrolê kontrol bike û wiha got: “DAIŞ di nava hewldanê de ye ku navçeyên petrolê kontrol bike. Xetên ku DAİŞ’ê li ser nexşeyê kişandine ne bêwate ne û yek ji armanca DAIŞ’ê petrola Kerkûkê ye.”
‘EM ASTENGA HERÎ MEZİN A LI PÊŞIYA DAIŞ’Ê NE’
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Mûslim wiha got: “Rojavayê Kurdistanê di navenda aloziyan de ye. Pere û çekên ku DAIŞ’ê li Mûsilê bidestxistî, bi biryara Emere Çeçenî ji bo Rojava hatine şandin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “DAIŞ ne tenê ji bo Tirkiyê, belkî ji bo tevayî Ewrûpa û Rojhilata Navîn metirsiyekî mezin e. Em astenga herî mezin a li pêşiya DAIŞ’ê ne. Divê Tirkiye baş fikra wê yekê bike ku ger DAIŞ’ê kurdên Sûriyê bişkêne, wê çi rûbide? Divê fikra wê yekê jî bike, ger kurdên Sûriyê û DAIŞ agirbestê ragihînin, wê çi rûbide?”