08:57 02.02.2014
1 / 3
AMED (DÎHA) - Rêxistinên Civakî yên Sivîl, êrîşa endamên HUDA-PAR'ê ya li Licê şermezar kir û xwestin gelê kurd li hemberê provakasyonên bi vi rengî helwesta xwe ya tund nîşan bidin.
Di 30 çilê de komek endamên HUDA-PAR bi hinceta xebatên partiyê çûn Licê û li dijî welatiyên Licyeyê êrîş pêk anîn. Di bûyerê de esnafên Liceyê bertekên xwe anîn ziman û di pevçûnê de 10 welatî birîndar bûn. Welatî dest dan ser erebayên êrîşkaran û di erebeyan de satore, kêr, dar û amûrên şer hatin dîtin. Rêxistinên Civakî yên Sivîl girt li hemberî vê êrîşa enamên HUDA-PAR'ê bertên xwe anîn ziman. Berdevkê Meclîsa Dayîka Aştiyê Kudret Eryilmaz derheqê êrişa HÛDA-PAR'ê de anî ziman ku ew doza welatê xwe, zimanê û nasnameya xwe dimeşînin û wiha got: "Ez di serî de şîfa ji birîndaran re dixwazim. Em dixwazin deriyê hebs û zindanan vebe. Bila gerilayê serê çiya bên xwarê û dixwazin Serokê me bê berdan. Em dibêjin wek mirovên cîhanê azad bijîn û bi rehetî li ser axa xwe bijîn. Yê ku hêjmara wan 30 milyonin em dizanin ku li ser cîhanê nasnameya wî heye û li ser ax û ava xwe azad dijîn. Em 40 milyon Kurdin. Hê ne serokê me azad e û zindan tije ne Serê çol û çiya tije ne. Em her tim dibêjin ku li ser doza zarokên xwe ne."
'Tu eleqaya HUDA-PAR û îslamiyêtê bi hev tu ne ye'
Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz diyar kir ku endamên HUDA-PAR'ê jî zarokên dayîkên kurdan in û xwest ku li cem têkoşîna kurdan cîh bigrin û wiha axivî: "Îro madem dibên em mislimanin û doza Îslamiyetê dikin, were li kêleka birayê xwe rûnên. Were li kêleka birayê xwe têkoşîna xwe bikin. Werin li kêleka birayê xwe doza xwe bimeşînin. Îro tu li hemberê dîn radibe. Tu dibê ez ê xwînê birjînim. Tu eleqaya wan û dîn bi hev tune ye. Bila tu kes bi vê partiyê nexape û bila nebêje partiya îslamiyetiyê ye. Divê cem mirovên bindest û mezlûm de cîh bigirta. Lê tu eleqaya wan û îslamiyê tê bi hev û dû re tune ye. Belkî wan wek me bedel nedabe lê dîsa em dibêjin bila bên kêleka birayên xwe rûnîn. Îro em Kurd heke ji hevdûre nebin tu kes ji me re nabe."
'Dewlet dîsa HUDA-PAR'iyan ol kirin maşik'
Eryilmaz dazanîn ku salên borî de hêzên tarî gelek mirovan kuştin û wiha got: "Li Amedê, Farqînê, Elîhê goristanên zarokên me derketin. Zarokên me sêwî man. Hêrî dawî dewletê çikir bi wan. Dewlet dîsa HUDA-PAR'î yan gor berjewendiyê xwe bi kar tîne Heke bi me dayika bimîne em carêke din nahêlin destê xwe yên qirêj biavêjin ax û ava Kurdistanê. Carekî din em nahêlin zarokên me bikûjin û sêwî bihêlin. Ewqas nav vê zilmê û zordariyê de em dîsa dibêjin aşitî û aşitî. Heke demlekî xwîna me hebe jî em ê bêjin aşitî.. Ez bang li gelê Kurd dikim, yê ku dibêje ez mirovim an jî Kurd im, bila xwedî li Kurditiya xwe derkeve. Dem dema serkeftinê ye. Ez serkefinê ji gelê licê re dixwazim.
'Ev herem ji zordariyê pir kişandiyê'
Serokê KESK'ê ya Serdemê Seyfettin Polat jî dazanîn ku pêwistiya herem bi aşitiyê heye û wiha got: "Ev herem ji zordariyê pir kişandiyê. Ji biratî û aşitiyê re pêwistiya wî heye. Partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirine. Ev xebat di çarçoveya demokrasiyê de bimeşe ji bo her kesê dê baştir be. Bûyerên Licê bi rastî jî pir xemgîn e. Me wek kedkarên kamûyê jî bi xemgîn kir. Di hilbijartinê de her partî divê bikaribe xebatên xwe çêke û biçe nav gel. Gava di nav gel de xebat tê meşandin herî girîng îradeya gel e. Gava ji gel destûr bê xwestin divê bi awayekî demokratîk nêzî bibin. Divê bi vê awayî çênebûya. Bûyerên ku li Licê pêk hat bi rastî jî manzareyekî provaqatîf bû. Derketina nav gel bi satoran û kêran çênabe. Ev ne pêkanînên demokratîk e."
'Banga me ew e ku hêzên tarî bila serî li êrîşên wiha nexin'
Endamê Serokatiya Dîvana KCD'ê Edip Yaşar jî destnîşan kir ku Erîşa ku li Licê li hemberê esnafan re çêbûye, ji gelê Kurd û aşitiya civakî re çêbû û wiha bilêvkir: "Di hilbijartinan de her partî bi awayekî demokratîk dikare xebatên xwe çêke. Lê êrîşa ku li Licê çêbû xebata partiyekî nebû. Mirov dibê qey çûne şer û pêvçûnê. Hem dê biçe ji bo xebatên hilbijartinê hem jî di erebeyan de sator û keran bi cîh bike. Ev bûyer bi armanca provakasyonê pêk hatiye. Bûyera Licê nêzîkhatiyek antî demokratîk e. Ev êrîşa ku ji gelê me re çêbû em şermezar dikin.
Di salên 90'î de jî hêzên tarî li ser gelê Kurd êrîşek mezin meşand. Banga me ew e ku hêzên tarî bila serî li êrîşan wiha nexin. Tarzên wiha yên prowakatîf ne ji aştiya civakê re ne jî ji biratiyê re xizmet dike. Yê ku winda bikin her tim êrîşkar bin."
(ao-mc/mae)