3 deqîqe xwendin

Saziyên elewî: HDP ji bo me hevî ye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

DÊRSIM (DÎHA) – Komaleyên Elewiyan, hevî û bendewariyên xwe yên li hemberî HDP'ê anîn ziman. Elewiyan, destnîşan kirin ku HDP ji bo wan ronî, hevî û mîlad e. Nûnerên komeleyên elewî helwesta AKP'ê jî rexne kirin û gotin bendavariya wan ji AKP’ê tune ye.

HDP ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê xebatên xwe bi lez û bez berdewam dike. Piştî HDP'ê danezana hilbijartinê diyar kir, eleqeya li hemberî HDP'ê jî zêde bû. HDP, ji ber nasnameya xwe, danezan û pratikên xwe rastî eleqeyek mezintir hat. Piştî HDP'ê lîsteya namzedan diyar kir, pir rengî û demokratîkbûna HDP'ê careke din derket holê HDP'ê alternatîfa "werin em bi hev re bimeşin, werin em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin' pêşkêşî elewiyan kir." Elewiyan anîn ziman ku bi hebûna HDP’ê cihê temsîliyeta rasteqîn a nasname û baweriya xwe dîtin û êdî tu kes nikarin elewiyan bikin qurbana berjewendiyên xwe. Saziyên elewîyên Dêrsimê hevî û bendewariyên xwe yên ji bo HDP’ê ji DÎHA’yê re barve kirin.

‘AKP ciddî nêzî elewiyan nabe'

Hevserokê Komaleya Elewiyê Demokratîk a Stenbolê Bulent Felekoglu, politikaya hikûmeta AKP’ê rexne kir û got AKP polîtîkayên stratejîk li ser elewiyan dimeşîne. Felekoglu, bibîrxist ku AKP elewiyan ciddî nagire dest û bi têkîliya çeteyên DAIŞ’ê li ser elewiyan rêbazên stratejîk dimeşîne. Felekoglu, da zanîn ku AKP, bi hevkariya DAIŞ li ser elewiyan polîtîkayên taybet dimeşîne û wiha got: "Ji ber ku AKP’ê rol û misyona xwe li ser elewiyan nelîst, em Komaleya Elewiyên Demokratîk nêzî HDP'ê bûn. HDP wekî gogên berfê mezin dibe. Bûye heviyên gelan. Em HDP’ê ji bo xwe ronî dibînin. Bendavariya me ji AKP’ê de tuneye. Em elewî bi HDP’ê re li dijî hişmendiya desthilatdaran têdikoşin."

‘Her dengê biçe HDP’ê dê dîwarên AKP’ê bişkîne'

Serokê Komaleya Elewiyên Demokratîk ya Mêrsînê Îslam Durgun jî destnîşan kir ku hêzên desthilatdar bi salane li ser elewiyan lîstikan dimeşîne û wiha got: “Fikra elewiyan fikrek felsefîk e. Li dijî neheqiyê têdikoşe. Her dem dewletê êrîşî nasnameya elewiyan kiriye. Rastî qirkirinên mezin hatin. Ji serdema Yavuz Sultan Selîmê a 1512’an heta niha elewî rastî gelek komkujiyên wekî Qoçgirî, Dêrsim, Çorum, Gurgumê hatin. Niha jî DAIŞ elewiyên Sûriyê qetil dike. Ger ku elewî yekîtiya xwe xurt nekin dê rastî komkujiyên din bên. Em êdî nayên lîstika dewletê. Her dengê biçe HDP’ê dê dîwarên AKP’ê hilweşîne'

‘Heta Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêk çareser nabin'

Endamê Ocaga Baba Mansurê ya Dêrsimê Mahîr Şahîn jî destnîşan kir ku hêzên serdest dixwazin çanda elewiyan tune bikin û bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî elewiyan dikin. Şahîn, da zanîn ku hêj baweriya elewiyan nehatiye qebûlkirin û baweriya wan tê înkarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "HDP ji bo me bû mîlat. Heta Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêk çareser nabin”

(bk/mae)