5 deqîqe xwendin

Seferberiya tadîlata gundên êzidiyên Qubînê dest pê kir!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê seferberiya ji bo xwedîderketina welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber dibin, bi hemû leza xwe didome. Gundê êzidiyên Hemdûna, Qorix, Çinêra, Feqîra û Şimzê yên bi ser navçeya Qubîna Êlihê yên bi salan berê vala bûne û niha ku kes tê de tune ye, ji bo welatiyên êzidî yên ji Şengal û derdora wê koçber dibin ji nû ve tên tadîlatkirin. Xebata tadîlatkarina xaniyên gundên êzidiyan li gundê êzidiyan Hemdûna destpêkir û ji bo van gundan seferberî dest pê kir.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dij mirovahiyê ya li ser gelê kurd ku li Şengal û derdora wê di 2’ê tebaxê de destpêkirin, bi hezaran welatiyên êzidî ji gund û navçeyên xwe koçber bûn û koçî Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdîstanê kirin. Li Elihê ji bo alîkariyê bidin êzidiyan, bi tevlibûna rêxistinên PHD, HDP, şaredarî û saziyên civaka sivîl komîsyonek hatibû avakirin. Wê komîsyonê biryar girt ku gundên êzidiyên navçeya Qubîna Êlihê, ku çend sal berê êzidiyan vala kiribûn û çûbûn Ewropayê, ji bo êzidiyan ji nûve temîr bikin. Di vê çarçoveyê de li gundên Hemdûna 28 xanî, Qorix 10 xanî, Çinêra 7 xanî, Feqîra 10 xanî û li Şimzê jî 10 xanî dê ji bo êzidiyên niha ji Şengal û derdora wê koçber dibin, re tên temîrkirin. Xebata çêkirina xaniyan ewil li gundê Hemdûna dest pê kir.

Dê xaniyên van gundan ji nûve bên çêkirin û hemû tadîlat bê kirin. Bi kepçeyan derdora xaniyan û binesaziya gund dê bê çêkirin. Karker jî li xaniyan karê elektrîk, şivake, derî û her wekî din çêdikin. Hate hîn bûn ku dê tadîlata gundê Hemdûna di nava hefteyekê de bi dawî bibe û pişt re dê xaniyên gundên din jî bên amade kirin. Ji niha ve li van gundên êzidiyên bi dehan malbatên koç bûne bicih bûne û pêdiviyên rojane ji aliyê komîsyonê ve pêk tê. Rêveberê DBP’a Êlihê û welatiyên êzîdî yên gundê Hemdûna, derbarê çêkirina xaniyan de ji DÎHA’yê re axivîn.

Rêveberê DBP’a Êlihê Fîkret Taşkin, diyar kir ku ew di pêşengiya komîsyonê ji bo welatiyên êzidi ketine nava seferberiyê û got ku ji bo ew li welatiyên êzidi yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê direvin xwedî derbikevin, van gundên êzidiyan ên ku bi salan berê vala bûne tadîlat û amade dikin. Taşkin, da zanîn ku li gundê Hemdûna, Qorix, Çinêra, Feqîra û Şimzê bi tevahî 65 xanî yên xira bûne tespît kirine û got ku ew ê van xaniyan amade bikin. Taşkin, bang li gelê kurd kir ku xwedî li êzidiyan derbikevin û got ku îro qetliyam li Şengalê pêk tê û sibe roj jî dora wan e.

‘Mal û milkê me ji bo bicihkirina êzidiyan amade ne’

Welatiyê êzidî yê ji gundê Hemdûna Alî Boran jî destnîşan kir ku xaniyên gundê wan ên vala hatine mayîn ji bo birayên xwe êzidiyên Şengalê amade dikin û got ku hemû gund, mal û milkê wan ji bo êzidiyên koçber bûne û ji bo welatiyên êzidî bên bicihkirin amade ne. Boran, bilêv kir ku tişta ji destê wan bê dê ji bo êzidiyên koçber bûne bikin û wiha pê de çû: “Qeweta me ne gihîştê ku em van xaniyan nû bikin, bi alîkariya şaredariya Êlihê û saziyên din niha ev xanî tên çêkirin. Me hemû xanî teslîmî wan kir û ew jî hatine tadîlat dikin. Kî ji Şengalê koçber bibe, em ji bo xwedîkirina wan amade ne. Heta dawiyê em ji bo malbatên bêçare yên koçber bûne amade ne.” Boran, diyar kir ku gelê êzidî gelek ku tu demê zilmê nekiriye û zilmê naxwaze û got ku ew yekîtiyê dixwazin.

‘Em ê bikevin konan û êzdiyan di malê xwe de bicih bikin’

Welatiyê êzidî yê beriya 19 salan ji Şengalê li gel malbata xwe koçî gundê Hemdûna bûye Muavî Karak jî diyar kir ku ew qetliyamên DAIŞ’ê yên li hember gelê kurd û êzidî pêk tê şermezar dikin û got ku ew ji bo destekdayîna welatiyên êzidî yên koçber dibin amade ne. Karak, da zanîn ku hemû derên wan ji bo welatiyên êzidî yên koçber bûne vekiriye û wiha got: “Heta cîh hebe em ê wan li vir bicih bikin. Ger ku cîh nemîne jî em ê bikevin konan û wan di malên xwe de bicih bikin. Bila tu kes çav û derê xwe ji êzidiyan re negire. Ger ku li aliyên din ên cîhanê ji bo êzidiyan alîkarî tê şandin, em dixwazin ku dewleta Tirkiyê jî ji bo alîkariyê sefer bibe. Divê ku beriya herkesî dewleta Tirkiyê dengê xwe li hember van qetliyaman bilind bikira û destê alîkariyê dirêj bikira.”

(bg/ea/lg)