1 deqîqe xwendin

Sembola Efrînê hate hilbijartin

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

EFRÎN 26.05.2014 16:04:34 Meclîsa Zagonsaz a Efrînê di civîna xwe ya heştemîn de ji bo nûnertiya herêma Efrînê, sembolek hilbijart.

Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê li navenda xwe bi amadebûna piraniya endaman civîna xwe ya heştane lidar xist. Di cviînê de her wiha serokên desteyên Tenduristiyê, Zanyariyan û Dadê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, pêşnûmeya civîna heftana ku di 10'ê Gulanê de hate lidarxistin, hate xwendin û dîwana meclîsê bernameya kar nîqaş kirin û li ser erê kirin.

Di civînê de her wiha ji bo nûnertiya herêma Efrînê sembolek hilbijartin. Piştre rapora Desteya Tenduristiyê ya derbarê karûbarê desteyê de hate xwendin û li ser gotûbêj hatin kirin.

Tê payîn ku civîna nehemîn ya Meclîsa Zagonsaz a herêmê di 10'ê Hizêranê de were lidarxistin.