ENQERE (DÎHA) - Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Suleyman Soylu ku berê di çavê Tansu Çiller de mirovê herî baş bû, piştî ji DYP'ê derbasî AKP'ê bû, berê êrîşa xwe da HDP'ê.
Bi nêzîkbûna hilbijartina 7'ê Hezîranê re êrîşên partiyên siyasî yên li dijî HDP'ê zêde bûn. Bi taybetî êrîşên AKP'ê yên li diijî HDP'ê zêde dibin. Niha jî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Suleyman Soylu ku ji DYP'ê derbasî AKP'e bû jî êrîşî HDP'ê dike. Di salên 1987-1990'an de di rêveberiya baskê ciwanan a DYP'ê ya Stenbolê de cih girt. Di sala 1999'an de bû Serokê DYP'ê yê Stenbolê. Di sala 2007'an de bû Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk (DP). Suleyman Soylu dema li Stenbolê di rêveberiya Baskê Ciwanan a DYP'ê de bû di çavê Serokwezîra wê demê Tansu Çiller de mirovê herî baş bû. Soylu di 5'ê Îlona 2012'an de bi merasimek fermî derbasî AKP'ê bû. Di 30'ê Îlona 2012'an de di MKYK'ê ya AKP'ê de hat hilbijartin. Piştre jî bû cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê bû.
Dema Soylu Serokê Giştî yê DP'ê bû bi zimanekî tuj êrîşî Recep Tayyip Erdogan kiribû. Soylu, di 9'emîn Kongreya Mezin a DP'ê de bi gotina "Her ku dikeve tengaziyê siyaseta 'yek al, yek dewlet, yek millet' siyasetê dike û bi zimanekî hişk êrîşî Serokwezîrê berê Recep Tayyip Erdogan kiribû. Soylu herî dawî bi gotina “Tu kiye Menderes kiye?" êrîşî Erdogan kiribû. Soylu, piştî tev li AKP’ê bû, vê carê gotinên xwe yên berê ji bîr kir û bi gotinên “Xeta me xeta partiya Demokratîk a salên 1950-60’an e. Em dikarin bêjin AKP berdewama Partiya Demokratê ye. Erdogan jî berdewama Adnan Menderes e.
Berê nelirêtî kir, niha diparêze
Soylu ku di sala 2009'an de li Îzmirê axaftinek kir, bi gotinên “Kesên bêkêr û nebes, Tirkiye dixin nava qirîzê. Ji her derê wan nelirêtî diherikin. Soylu, piştî derbasî AKP'ê bû operasyonên nelirêtiyê yên 17-25'ê kanûnê parast. Soylu, ku berî derbasî AKP'ê bibe êrîşên dijwar li Erdogan dikir, piştî derbasî AKP'ê bû vê carê pesnê Erdogan dide û êrîşî HDP'ê dike. Soylu yê bi gotina "Te ji sedî 47 deng girt. Ev yek hêz û erka zilmê nade te" Erdogan rexne dikir, niha jî baweriya xwe ji dengên ji sedî 52 tîne û bi gotinên “Ez li vir ji Demirtaş re dibêjim. Hed û hiqûqa xwe bizanibin. Em carek din bibihîzin ku hûn teşkîlatên me tehdît dikin, ez li tevahiya Tirkiyeyê îlan dikim ku ez dê wê derê bi serê we de hilweşînim." gefan li HDP'ê dixwe.
(mae)