Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, diyar kir ku di hibijartinên 7’ê Hezîranê de wê gelê Êlihê li gorî dîrokê, dîsa ji gelê Kurd re pêşengiyê bike
BEHDÎNAN - ANF
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got: “Her dengê ku diçe AKP, alîgirên wê û partiyên dewletê re diçe, me gav bi gav nêzî şer, pevçûn, înkar û îmhayê dike û divê vê her kes bizane. Her dengê ku ji bo HDP’ê bê dayîn jî wê me gav bi gav ber bi azadî, demokratîk, temsîlkirina îradeyê û rojên ku em heq dikin ve bibe.” Avesta da zanîn ku gelê Êlihê wê bersiva heqaretên ku Serokkomarê Tirk Erdogan li Êlihê di merasîma vekirina komî de kir, di 7’ê Hezîranê bide.
Avesta di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser banga Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, li Kobaniya ku berxwedana sedsala 21. pêk hat de, gelê me bi hemû hêza xwe beşdarî berxwedanê bûye û di serî de jî gelê me yê Êlihê tê. Ji ber vê yekê bi ruhê berxwedana sedsala 21. a li Şengal û Kobanê pêşket, gelê Êlihê, jin û ciwanên wê bi ruhê seferberiyê beşdarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên 2015’an bibin.” Avesta da xuyakirin ku gelê Êlihê ti carî îradeya xwe nedaye destê kesên din û got wê dîsa jî wisa be. Avesta di berdewamiyê de ev tişt gotin: “Li Êlihê bi hezaran salane Êzidî, Suryanî-Asûrî, Ereb û Kurd bi hev re dijîn. HDP bû mînakek baş a îradeya jiyana ku cudahî dikarin bi hev re bijîn.”
Avesta têkildarî hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de wiha bang li gelê Êlihê kir:
DIVÊ ÊLIH LI GORÎ DÎROKÎ TEVBIGERE
"Ez ji çiyayê Azad yê Kurdistanê, di serî de gelê Êlihê û hemû gelên Kurdistan û jinan silav dikim. Wek tê zanîn em di pêvajoyek hilbijartinê de ne. Hem Kurdistan û hem Tirkiye di 7’ê Hezîranê de diçe hilbijartinan. Li ser vî esasî xebat didomin. Gelê me di nava coş û kelecanê de ye. Bi taybet jî gelê me yê Êlihê bi mehane coşeke wisa dijîn. Ev coş û kelecan di 8’ê Adarê de destpê kir. Bi Newroz û 4’ê Nîsanê berdewam kir. Bi hemû germahiya xwe didome. Gelê me yê Êlihê di tevahiya dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsiye. Di aliyê hilbijartinan de jî rastiyek wisa heye. Gelê Êlihê hîna di 1979’an de îradeyeke wisa derxistibû holê. Di vî alî de tiştekî yekem biser xist.
GELÊ ÊLIHÊ WÊ PLANAN VALA DERXÎNE
Dîsa gelê Êlihê ji roja ku têkoşîn destpê kiriye heta niha bi welatparêzî, fedakariya xwe heta îro hemû hêza xwe seferber kiriye û beşdarî têkoşîna azadiyê bûye. Bi dehan keç, xortên wan bi pêşengiya Egîd û Mizgîn heta îro di têkoşînê de cih girtine. Ev berxwedan bi Arjîn û Gulanan berdewam kir. Di şexsê van hevalan de bi hezaran şehîdên me hene. Ez hemûyan bibîr tînim. Ji ber vê gelê Êlihê vê baş dizane; Tevgera Azadiyê li dijî planên pêşxistina şerê navxweyî, înkar, îmha û koledariyê têdikoşe û ev hilbijartin wê li dijî hemû planan bersivek be.
DENGÊN JI BO AKP’Ê BÊ DAYÎN WÊ ME ZÊDETIR BER BI ŞER BIBE
Ji ber vê yekê gelê me yên Êlihê divê her du nêrîn û zîhniyetan baş bibîne. Ya yekem zîhniyeta ku dewleta AKP’ê û hevkarên wê temsîl dike ye. Ev zîhniyet dixwaze bi derew û xîleyan gelê Kurd dîsa bixapîne û piştî hilbijartinan şer û pevçûnek mezin pêş bixînin. Her dengê ji bo AKP, alîgirên wê û partiyên din, biçe wê me zêdetir ber bi şer, pevçûn, înkar û îmhayê ve bibe. Her dengê ji bo HDP’ê biçe jî wê me zêdetir berbi azadiyê ve bibe.
DIVÊ ÊLIH XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVE
Li ser banga Rêber Apo û Tevgera Azadiyê li Kobaniya ku berxwedana sedsala 21. pêk hat de, gelê me bi hemû hêza xwe beşdarî berxwedanê bûye û di serî de jî gelê me yê Êlihê tê. Ji ber vê yekê bi ruhê berxwedana sedsala 21. a li Şengal û Kobanê pêşket de, gelê Êlihê, jin û ciwanên wê bi ruhê seferberiyê beşdarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên 2015’an bibin. Ez jî wek keseke ku mirovên herêmê baş nas dikim, dixwazim vê bêjim: keda gelê Êlihê ya di têkoşînê de mezin e. Ti carî îradeya xwe nade destê kesên din.
ÊLIH WÊ DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE BERSIVA ERDOGAN BIDE
Ji bo vê Serokkomarê Tirk Erdogan destpêkê çû Êlihê. Li vir heqaret li Kurdan kir. Êzidî, Asûrî-Suryanî û Erebên ku bi salane li wir dijîn hene. Erdogan got; Ew Zerdûşt in, dengên xwe nedin van’. Ev tê vê wateyê; dixwaze ji niha de pêşî li hinek tiştan bigire. Divê gelê Êlihê bi dengên xwe bersiva Erdogan bide. Gelê Êlihê van lîstikan baş dizane. Divê gel nehêle AKP ji Êlihê parlamenterekî jî bigire.
DI LÎSTEYA HDP’Ê DE HEMÛ RENGÊN ÊLIHÊ HENE
Êlih mozakîka hemû gelan e. Bi hezaran salan li ser heman xakan bi hev re jiyan. Gelê Êlihê her cureyê piştgiriyê da gelê Êzidî yê Şengalê ku rastî fermana 73. hatine. Namzetê wan jî ji wan derane. Baweriyê wan cuda bin jî ew mirovên wê herêmê ne. Gelê Êlihê, wek deng û îradeya Egîd, Gulan, Mizgîn û bi hezaran şehîdî wê îradeya xwe di aliyê HDP’ê de deynin holê.
Ez bang li hemû gelê Êlih û di serî de li navçeyên wê yên Qûbîn û Kercosê dikim ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyê bibin û bi taybet jî jin û ciwan divê ji bo azadiya xwe seferber bin. Serketin wê ya gelê Kurdistanê be. Serketin wê ya gelê Êlihê be. Serketin wê ya tevgera azadiyê be. Gelê Êlihê divê pêvajoya têkoşîna azadkirina Rêber Apo ji kesî re nehêle. Ez silav û hurmetên xwe ji gelê me re dişînim, serketinê dixwazim.”
https://www.youtube.com/watch?v=PTsOmcm0g-A