SpaceXê Cara Yekê Starship Şand Orbitê: 26 Peykên Starlink Hatin Danîn
Starship a SpaceXê bi firîna 14'emîn cara yekê gihaşt orbitê û 26 peykên Starlink V3 belav kir.
Stockholm – Di 28'ê Rezbera 2026'an de şîrketa fezayî ya SpaceXê di dîroka keşif û teknolojiya fezayê de gaveke mezin avêt. Pergala keştiya mezin a Starshipê bi firîna xwe ya 14'emîn cara yekem bi serkeftî gihaşt orbita Erdê û 26 satelîtên nifşê nû yên Starlink V3 berda fezayê.
Li gorî çavkaniya fermî ya SpaceXê ragihandiye, keştiya Starshipê (Ship 41) tevî roketavêja Super Heavy (Booster 21) serê sibehê ji navenda ceribandinê ya Starbaseê ya li başûrê Teksasê bi hêzeke mezin ber bi asmanî ve bilind bû. Di dema hilkişînê de û piştî veqetîna beşa jorîn, yek ji şeş motorên Raptor ên Ship 41'ê ji ber pirsgirêkekê zûtir xebata xwe rawestand. Tevî vê rewşê jî, piştî kontrolên bi lez ên tîma endezyaran, biryar hate dayîn ku firîn berdewam bike û Starship di bilindahiya nêzîkî 275 kîlometreyan de bi serkeftî xwe gihand kembera orbitê.
Piştî bicihbûna di orbitê de, keştiyê bi serkeftî 26 peykên (satelite) pêşketî yên Starlink V3 berda fezayê. Elon Musk û endezyarên SpaceXê diyar kirin ku girêdana pêwendiyê bi tevahiya wan 26 peykan re çêbûye. Peykên nû yên V3 bi giraniya xwe mezintir in û kapasîteya têkiliyê bi qasî 10 caran ji peykên berê zêdetir e.
Li gorî çavkaniya BBC'yê weşandiye, plana sereke ya mîsyonê ji 10 saetan û şeş dewran li dor Erdê çêdibû, lê tîma rêveberiyê ji ber pirsgirêka motorê biryar da ku firînê zûtir bi dawî bîne. Piştî nêzîkî 3 saetan di orbitê de, bi pêxistina vegerê (deorbit burn) riya ketina atmosferê hate vekirin û Starship bi awayekî kontrolkirî daket ser ava Okyanûsa Pasîfîkê. Her wiha beşa Booster 21 jî piştî hilkişînê bi awayekî kontrolkirî xwe gihand ava Kendava Meksîkê.
Şîrketa SpaceXê piştî bidawîbûna firînê peyamek weşand û ragihand: «Daketina avê hate piştrastkirin. Em tevahiya tîma SpaceXê ji bo yekem firîna orbital a Starshipê pîroz dikin!» Ev serkeftin wekî qonaxeke girîng a veguhastina mirovan û bareyên giran ber bi Heyvê û gerstêrka Marsê ve tê dîtin.
Wêne: Jery Pike NSF