Amîda Kurd ji bo xwendevanên xwe li stranê guhdarî kir û gotinên wê ji bo we
Gotinên strana "Nifir" a Seyda Perînçek.
Di destara dilê te de bûm xwelî,
Gelo çima, qey neyarê te bûm, lê?
Min emrê xwe li ser kir, vala çû.
Ayê min qet ji te re namîne, lê.
Te ez kuştim, li dûr hiştim.
Bi ava mirinê şûştim.
Here, oxir be ji te re
Ax û nifir tev ji te re.
Min bawer kir bi dilê xwe, xapiyam.
Bûm qurbana hestên xwe yî paqij, lê!
Hêviyên min wekî stêrkan rijiyan.
Şevên te jî tu car ronî nebin, lê!
Te ez kuştim, li dûr hiştim.
Bi ava mirinê şûştim.
Here, oxir be ji te re
Ax û nifir tev ji te re.
Hûn dikarin stranê di vê rûpelê de bibînin û guhdar bikin.