1 deqîqe xwendin

Terora AKPê didome

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Amedê di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Alîgirê Şaredara Rezan Osman Kaya û rêveberên BDP'ê jî di navde 10 kes binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Amedê serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Alîgirê Şaredara Rezan a Osman Kaya, Rêveberên BDP'ê M. Yaşar Tanrikulu, Aynur Coşkun, Rêveberê BDP'a Rezan M. Şafî Sert, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan Emek Yazbaşi, endamên BDP'ê A. Selam Demîrkiran, Sevda Batgî, Sînan Topdemîr, Muşeher Olçer hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. DÎHA (mae)