1 deqîqe xwendin

Tirkiyê navbera Gokkan û Rojava bi kon digire

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

QAMIŞLO 01.11.2013 11:45:49 Hikûmeta Tirkiyê ji bo rê ne de xelkê Rojava Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 3 roj li dijî dîwarê şermê ketiye girava birçîbûnê bibînin, konek di navbera wê û Rojava danî.

Leşkerên Tirk ji bo nehêlin şêniyên Qamişlo Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 3 roj in li dijî avakirina Dîwarê Şermê li ser sînor herêma mayînkirî ketiye girava birçîbûnê bibîne, konekî kesk di navbera Gokkan û Rojava de danî. Li aliyê din şêniyên Nisêbînê bi armanca piştgiriya Gokkan berê xwe dan sînor.