ŞAFAK ÇELEN
AMED (DÎHA) - Piştî belgeyên wêrankirina Baxçeyên Hewselê îcar jî belgeyên wêrankirina Daristana Bajar a Amedê derket holê. Di bin belgeyê de îmzeya wezîrê berê Erdogan Bayraktar ku navê wî di nelirêtiyê derbas dibû heye û li gorî belgeyê dê Daristana Bajar ji TOKÎ'yê re bê vekirin û li vir avahiyên TOKÎ'yê bên çêkirin.
Baxçeyên Hewselê ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê û Midûriyeta Daristanê ya Bajar ve tê talankirin û li hember vê bertekên gel didome. Îcar belgeya wêrankirina Daristana Bajar ku li navçeya Peyasa Amedê ye derket holê. Li gorî belgeyê ji aliyê Lijneya Wezîran ve biryar hatiye girtin ku li daristanê avahiyên TOKÎ bên çêkirin. Balkêşe di binê belgeyê de îmzeya wezîrê berê yê Wezareta Bajar û Hawirdorê ya Erdogan Bayraktar ku navê wî di nelirêtiyê derbas dibû heye. Biryar ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatiye girtin û li gorî vê yekê qadên şîn ji aliyê TOKÎ û şîrketên taybet ve tê texrîbkirin.
Şaredarî li hember derketibû
Di belgeyê de tê gotin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hember biryara wezareta ya li Daristan Bajar çêkirina avahiyên TOKÎ'yê derketiye. Li hember vê yekê Lijneya Wezîran li gorî biryara qanûna hejmar 6303 biryar girtiye ku li Daristana Bajar avahî bên çêkirin. Di belgeyê de tê gotin ku Wezareta Aborî jî biryar erê kiriye û wiha tê gotin: "Li gorî qanûna hejmar 6303 ya ji bo çêkirina avahiyên nû, li ser daxwaza TOKÎ û îdareyê, nêrîna Wezareta Aboriyê hatiye girtin û wezaretê biryar erê kiriye."
Lijneya Wezîran biryar girtiye
Di belgeyê de tê gotin ku Daristana Bajar wekî cihê çêkirina avahiyan hatiye diyar kirin û wiha tê gotin: "Li gorî benda (c) ya 2'emîn xala qanûna hejmar 6303 cihê ku li nav sînorên navçeya Kayapinarê ya Amedê cih digire bibe 'Qada Avahiyên Rezerv'. Di vê mijarê de di dîroka 02.09.2013 de belgeya hejmar 33906 ya Midûriyeta Giştî ya Avahiyên Neteweyî ku girêdayî Wezareta Aboriyê ye nêrîn hatiye vegotin. Mulkiyeta ku behsa wî tê kirin, di sîcîla malê kamû ye qeydkiriye, di parsela hejmar 158-6883 û 6885 de cih digire. Ev der mulkiyeta xezîneyê ye parselên hejmar; 141,157 û 6740 de cih digire û 2,234.516.79 metrekare ye. Li gorî benda (c), fikraya 1'emîn, xala duyemîn ya qanûna hejmar 6303 cihê ev der wekî 'Qada Avahiyên Rezerv' hatiye destnîşan kirin."
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera salên 2002 û 2005'an de herêma ku di navbera Talaytepe û Mafiroş de dimîne wekî 'Daristana Bajar ' hatibû plankirin. Li daristanê piranî darên çamê hene û her wiha cureyên gelek darên din jî hene. Ger TOKÎ li vir avahiyan çêke, dê bi sedan dar bên jêkirin.
(ça)