Serokê Amerîkayê Donald Trump agahiyê operasyona rizgarkirina her du pîlotên balafira F-15 a roja Înê ji aliyê tîmên Amerîkî ve hatin rizgarkirin, aşkere kir. Trump careke din ji ber girtina Kendava Xurmuzê gef li Îranê xwar.
Trump diyar kir ku ew ê roja Sêşemê êrîşeke bêhempa li ser Îranê bikin û got, "Wê tengava nalet vekin, ey nezanên dîn, an na hûn ê cehnimê bibînin."
Serok Trump di daxwiyaniya serê sibê ragihand ku wan duyemîn pîlotê balafira şer a F-15 a roja Înê li Îranê hate xistin rizgar kiriye. Di weşaneke nû ya medyaya civakî de, Trump hûrgiliyên operasyonê got û ragihand ku ew ê sibê saet 8'ê saeta Amedê de civîneke çapemeniyê çêke.
Ji roja Sêşemê pê ve, Trump diyar kir ku ew ê pir û santralên elektrîkê yên Îranê bikin armanc, êrîşên xwe ji avahiyên herî mezin dest pê bikin û got:
"Roja Sêşemê dê li Îranê Roja Santralên Elektrîkê û Roja Piran be; ew ê hemû di carekê de bibe. Tiştekî wisa tune! Wê kendava lanet vekin, ey nezanên dîn, an hûn ê dojehê bibînin. Tenê temaşe bikin! Spas ji Xwedê re!"
Hûrguliyên operasyona rizgarkirinê
Di postek din de ji hesabê TRUTH ê Trump, hûrguliyên operasyona rizgarkirina pîlot wiha hatine dayîn:
"Me Endamek/Efserê tîmên F-15-ê yê bi giranî birîndar û bi rastî jî wêrek ji kûrahiya çiyayên Îranê rizgar kir. Artêşa Îranê lêgerînek berfireh dikir û nêzîk dibû. Ew Kolonelekî pir rêzdar e.
Ji ber xetera ku di warê 'kes û alavan' de çêdibe, operasyonên wiha kêm caran tên kirin. Ev ne tiştek e ku ji nişka ve dibe. Êrîşa duyemîn piştî êrîşa yekem hat ku me pîlot di ronahiya rojê de rizgar kir."
Ev rewşek neasayî bû, me 7 saet li ser Îranê derbas kir. Nîşandanek BÊHEMPA ya wêrekî û jêhatîbûnê ji hêla her kesî ve. Ez ê roja Duşemê saet 13'an de li Ofîsa Gulover bi Artêşê re civîneke çapemeniyê çêkim.
Xwedê şervanên me yên mezin biparêze!"