Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje wî gefa bombebarankirina binesaziya enerjiya Îranê 'li ser daxwaza Tehranê' heta 6'ê Avrêlê taxîr kiriye û got danûstandinên heyî 'pir baş diçin'.
Îsraîl û DYA di 28'ê Rêbendanê de, hîn ku hevdîtinan di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikir, êrîşeke leşkerî li ser Îranê dan destpêkirin.
Îranê bi êrîşên li hember çend welatên herêmî, Îsraîl jî di nav de, Erebistana Siûdî, Qeter, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Behrêyn, ku baregehên Amerîkî lê ne, bersiv da.
Di êrîşên DYA û Îsraîlê de rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên din ên payebilind hatin kuştin.
Serokê DYA Donald Trump li ser medyaya civakî nivîsî; "Li ser daxwaza hikûmeta Îranê, min hilweşandina tesîsên enerjiyê ji bo 10 rojan, heta roja Duşema 6'ê Avrêlê rawestand."
Û dibêje "Danûstandin berdewam in û berevajî medyaya nûçeyên derew û yên din, pir baş diçin."
Ev nîşan dide ku rêveberiya Tehranê amade ye vegere maseya mizakereyan, lê berê nezelaliyê li ser e, ka gelo DYA dê bi Îranê re rûne an na!