1 deqîqe xwendin

Vê carê li Îzmîrê lê dan!..

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li navçeya Îzmîrê Foçayê dema derbasbûna maşîneke leşkerî de teqînek pêk hat

Li gor agahiyên ku hatine girtin, gerîllayan li Îzmîrê, navçeya Foçayê li dijî maşîneke leşkerî çalakiyek pêk anîne û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Vê sibê saet di 08.00 de, li ser riya Fermandariya Tugaya Piyade ya Deryayî ya Amfîbiyê, gerîllayên HPGê li dijî maşîenek leşkerî ku serwîsa leşkeran dikir, çalakiyek pêk aniye. Gerîllayan, dema maşîn derbas bûye, teqemeniya ku berê danîne ser rê teqandine û piştre maşînê gulebaran kirine û di encam de leşkerek hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Foçayê.