Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy li ser riya bejayî ya Yozgat-Sêwasê li nêzî navçeya Akdagmadeniyê qeza derbas kir. Di encama qezayê de Aksoy birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yogzatê.
Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy dema ji Erziromê ber bi Enqere ve diçû li nêzî navçeya Akdagmadeniyê li ser riya bejayî ya Yozgat û Sêwasê ji rê derket û wergeriya. Di encama qezayê de Halîl Aksoy birîndar bû û ji aliyê welatiyan ve ji wesayîtê derxistin. Aksoy, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yozgatê. Hate zanîn ku piyê Aksoy ê rastê û difina wî şikestiye û dermankirina wî berdewam dike.
(bd/mae)