NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS
Di nava heftiyekê de 2 şofêrên Tirkiyê yên ku endamên DAIŞ’ê ne û nasnameya DAIŞ’ê ligel wan bûn, ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.
Li gor malpera KNNC, hêzên asayîşê karîne kesekî din ê endamê DAIŞ’ê bigirin û bi eslê xwe welatiyê Tirkiyê ye. Ev jî piştî wê yekê hat ku heftiya borî jî şofêrekî din ê welatiyê Tirkiyê ku endamê DAIŞ’ê bû, ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.
Ew şofêr li nahyeya Qesrok a girêdayî qezaya Şêxan a girêdayî Dihokê hatiye girtin. Nasnameya DAIŞ’ê ligel bû û peywendiyên wî bi DAIŞ’ê ve hebûn.
Nasnameya ku li ser hatî girtin bi vî awayiye:
Nav: Muhhammed
Navê Bav: Abdullah
Navê Dayîkê: Amîne