4 deqîqe xwendin

Welatiyê ji Kobanê û Şengalê hatin li malan hatin bicihkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

SERHAT YUCE

AMED (DÎHA) - Welatiyên ku ji Kobanê û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe terikandin û hatin navçeya Farqînê bi alîkariya gel li malan hatin cihkirin. Welatiyên Kobanê û Şengalê ku şaredarî û rêxistina DBP’ê jî alîkariyê dide hemû pêdiviyên wen tên bicihanîn û ji bo jiyana xwe ji nûve înşa bikin têkoşîn tê dayîn.

Welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê û Şengalê axa xwe terîkandin û hatin nvçeya Farqînê ya Amedê bi alîkariya Şaredariya Farqînê, Rêxistina DBP’ê ya Farqînê û weatiyên Farqînê ve jiyana xwe ji nûve înşa dikin. 616 welatiyên kul i navenda navçeyê li 55 malan hatin bicihkirin pêdiviyên xwe bi alîkariyên ku li navenda alîkariyê tên komkirin ve bicih tînin, alîkariyên kul i vir tên komkirin bi awayeke kordînekirî ji bo malbatan tên belavkirin.

Tenê 3 rojan li konan man

Welatiyê bi navê Mîrza Kasim(33) ê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê bi malabata xwe ya ji 8 kesan pêk tê ve hate Farqînê diyar kir ku dema nû hatine ji aliyê şaredariyê ve li konan hatine bicihkirin lê piştî 3 rojan bi alîkariya welatiyan ve jî derbasî malê bûne. Kasim wiha axivî: “Şaredariya Farqînê, partiya me û welatiyên Farqînê dest dan hev û em li ser piyan girtin. Welatiyên ku pir alîkarî dan me hê jî alîkariya xwe didomînin. Em jî bi saya farqîniyan jiyana xwe dixin nîzamê û li karên cuda de dixebitin.”

‘YPG’iyan em parastin’

Welatiya bi navê Xetîce Şêx Hemo (35) jî bi hevser, hevî û 7 zarokên xwe re piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirine hatine Farqînê. Hemû pêdiviyên malbata Xetîce Şêx Hemo hatiye bicihanîn. Hema ev tişt anî ziman: “Piştî çeteyên ADIŞ’ê hatin em mecbûr man gundê xwe biterikînin. Li malê tenê em jin û zarok mabûn. Ji ber zilma DAIŞ’ê em ji axa xwe reviyan.”

Li malan pediviyên wan tên bicihanîn

Hemo da zanîn ku ji zilma çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPG’ê ew xilas kirine û wiha berdewam kir: “Me rojên pir dijwar derbas kir. 2 rojan li Kobanê man. Piştre hatin sînor. Ji ber ku li sînor jî derî venekirin em careke din vegeriyan Kobanê. Sibetirê em carereke din hatin sînor. Me ji ber çeteyên DAIŞ’ê gelek zilm dît.”

Hemo anî ziman kul i Amedê di koneke de 25 kes mane û gelek zehmetî kişandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre em hatin Farqînê bi cih bûn. Dema em hatin hevalan alîkarî dan me. Li malê bi cih kirin. Hemû pêdiviyên me bi cih anîn. Ji bo malên dan me kesekî j ime pere nexwest.

Piştre keça bi navê Bêrîtan Elî ya 7 salî diyar kir ku ew ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane û wiha got: “DAIŞ’ê gundên me dagir kir. Em jî hatin vir. Li vir hevalan gelek alîkarî dan me. Xwedê ji hevalan razî be.” Piştî axaftina xwe jî strana “Kobanê îro xemgîn e” stra û axaftina xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “YPG hêza me” bi dawî kir.

‘5 xizmên me di destên DAIŞ’ê de ne’

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Welatiyê bi navê Mahmud Mihemed Elî (64) ji Kobanê bi malbata xwe ya 10 kesan ve hate Farqînê bi cih bû. Elî da zanîn ku di berxwedana Kobanê de zawa û kurekî xwi winda kiriye û mala xwe ya nû çêkirine tenê karine 3 rojan bimînin û mal, ax û sewalên xwe hiştine û hatine. Elî diyar kir ku wî jî li Kobanê şer kiriye û 2 bira, 2 kurên birayên wî û kurekî wî bi tevahî 5 kesên ji malabata wan di destên çeteyên dane û ev salet ji wan tu agahî negirtine. Elî got ku YPG ewil jin û zarok diparêze û ev tişt anî ziman: “Piştî evqas zilam ku me jiya, hatin li Farqînê bi cih bûn. Gelê Farqînê pir alîkarî da me. Mal dan me û hemû pêdiviyên me bi cih anîn. Em ê careke din vegerin axa xwe. Tenê koneke me hebe jî em ê vegerin û li wir bijîn.”

(sa)