AMED (DÎHA) – Welatiyên Amedê li hemberî hatina Serokomar Tayyîp Erdogan ê di 2’yê Gulanê de bê Amedê nerazîbûn nîşandan. Welatiyan diyar kirin ku ew naxwazin Erdogan bê Amedê û ew gelê kurd dixapîne ji ber vê jî dê bi kîjan rûyê bê.
Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku rojên borî têkîldarî pirsgirêka kurd gotina “pirsgirêka kurd tuneye, gotina vê yekê cudakarî ye” bi kar anî dê di 2'yê Gulanê de li Amedê di bin navê "vekirînên komî" de mîtîngekê li dar bixe. Welatiyên Amedê li hemberî hatina Serokomar Erdogan a Amedê nerazîbûnên xwe anîn ziman.
'Divê ev pêvajo bê deng nemine'
Dayika zarokê bi navê Mehmet Işikçi yê ku di serhildana 2006'an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, Melek Îşikçi li hemberî hatina Erdogan a Amedê nerazîbûn nîşan da û ev tişt anî ziman: “Bila dayikên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û em bi ser kevin. Hikûmeta AKP'ê bila baş bizanibe ku em ê di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin.”
'Erdogan bi kîjan rûyê reş tê Amedê'
Îşikçî anî ziman ku Erdogan kîjan rûyê xwe tê Amedê û wiha axivi: "Erdogan kîjan wijdan û exlaqê xwe tê Amedê. Erdogan 2006'an ji bîr kir. Kîjan rûyê xwe gavên xwe davêje axa Kurdîsatan ê. Erdogan xwîna zarokên me rijand. Erdogan bi rûyê xwe reş neyê axa me. Edî bes e. Wijdanê Erdogan ker bûye. Guhên wî ker bûye û çavên wî kor bûye. Erdogan nikare wiha were axa me."
'Gelê kurda dixapîne'
Serdiye Sural jî ji bo hatina Erdogan ev tişt got: "Em naxwazin Erdogan were Amedê. Li bajara Tirkiyeyê de dibêje ‘pirsgirêka kurd tuneye pirsgirêka kurdan heye’ Erdogan kurdan dixapîne. Zarokên me qetildike. Di berxwedana Kobanê de Erdogan digotin 'Kobanê ket û dikeve'. Kobanê neket û niha jî Kobanê ya me ye."
‘Erdogan dixwaze bibe qral’
Sural balkişand ser xwestina Serokati yê Erdogan û wiha berdewam kir: "Erdogan qraltî dixwaze. Em qraltiya Erdogan naxwazin. Em niha li qadan de ji bo aştiyê xwe dixebitin."
'Erdogan bila neyê Amedê'
Mehmet Kurt jî diyar kir ku Erdogan gelê kurd dixapine û wiha got: " Erdogan bila neyê Amedê. Heta niha me xapand. Divê Erdogan qey ne Serokomarê Tirkiyeyê ye. Wekî serokwezirê Tirkiyeyê ye û ji bo hilbijartinê ji AKP'ê re dişuxle."
Welatiyê bi navê Secatin Tutuş jî anî ziman ku Erdogan heta niha ji bo gelê kurd çi kir û ev tişt got: "Erdogan bila neyê Amedê. Erdogan ji bo gelê kurdan çi kir. Kîja rû tê Amedê."
(rd-dt/sa)