Wezareta Pêşmerge: Ti sîstemeke bergiriya esmanî negihîştiye me
Wezareta Pêşmerge ragihand, nûçeyên li ser gihîştina sîstemên bergiriya esmanî ji bo hêzên wan dûrî rastiyê ne.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî nûçeyên di torên medyaya civakî û hin dezgehan de yên li ser radestkirina sîstemên bergiriya esmanî ji bo hêzên Pêşmerge bi tundî red kirin û ragihand, heta niha sîstemeke bi vî rengî negihîştiye destê wan.
Li gor Kurdistan24ê weşandiye, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de teqez kiriye, nûçeyên li ser belavbûna van îdiayan dûrî rastiyê ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Ew nûçeyên li ser çendîn torên medyaya fermî û nefermî yên civakî li ser gihîştina sîstema bergiriya asmanî ji bo wezareta wan hatine belavkirin, dûrî rastiyê ne." Her wiha Wezareta Pêşmerge da zanîn ku ti çavkaniyek yan berpirsekî fermî yê wezaretê li ser vê mijarê tu daxuyanî nedaye û her gotinek li derveyî daxuyaniyên wan ên fermî ne rast e.
Di mehên borî de di rojeva siyasî û leşkerî ya Îraq û herêmê de hatibû behskirin ku di çarçoveya Qanûna Destûrdana Parastina Neteweyî ya DYE'yê (NDAA) de, ji bo rûbirûbûna gefên dron û mûşekan li ser asmanê Herêma Kurdistanê hewl tê dayîn ku sîstemên parastina esmanî ji bo hêzên Pêşmerge bên dabînkirin. Ev babet di nava komên çekdar ên Îraqê û parlamentoyê de jî bibû sedema nîqaşên germ, lê heta niha di warê pratîkî de ti pêngaveke fermî pêk nehatiye.
Herêma Kurdistanê di salên dawî de gelek caran bi riya dronên bombebarkirî û mûşekên balîstîk rûbirûyî êrîşên komên çekdar bûye ku di encamê de ziyanên canî û madî gihîştine welatiyan û binesaziya aborî ya herêmê. Ji ber van êrîşan, rayedarên Herêma Kurdistanê her tim bang li civaka navneteweyî û hikûmeta federal a Bexdayê kirine ku parastina esmanê herêmê mîsoger bikin da ku serweriya xaka Îraqê li hember gefên derve bê parastin.
Wezareta Pêşmerge tekez dike ku ew di çarçoveya hevahengî û hevkariya bi hevalbendan re berdewam in li ser bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên hêzên xwe, lê belavkirina îdiayên bêbingeh di vê qonaxê de tenê dibe sedema tevliheviya di raya giştî de.
Wêne: Kurdistan24