2 deqîqe xwendin

Xebatên dermankirina birînên Kobanê dest pê kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku saziya Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê pêvajoya dermankirina birînên Kobanê da destpêkirin, gelek sazi û komeleyên li Almanyayê ketin nava liv û tevgerê.

Di çarçoveya kampanyayê de, Solidarität Internatsional “Piştgiriya Navnetewî”, Icor „Kordînasyona Rêxistinên Şoreşger, MLPD “Partiya Maksist, Lenînist li Almanya”, Şêniyên Navçeya Bala a Kurdên Anatolya Navîn û Komeleya Çira bi dayîn alîkariya maddî beşdarî pêvajoyê bûn.

Li bajarê Almanya Dûsseldorfê bi armanca destekê bidin pêvajoya ji nû ve zindîkirina Kobanê rêxistinên binavê Solidarität Internatsional “Piştgiriya Navnetewî”, Icor, Kordînasyona Rêxistinên Şoreşger û MLPD “Partiya Maksist, Lenînist li Almanya” li gel rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê hevdîtinek pêk anîn..

Di hevîdtinê de nûnerên rêxistinan dan zanîn ku ew nirxeke mezin didin banga Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Kobanê û gotin, beşdarbûna wan ya kampanyayê erka mirovahî ye..

Hevserokê Navenda Demokratîk a Kurdên Almanya Nav-Dem Yuksel Koç jî, anî ziman ku di vê pêvajoyê de hemû komele û rêxistinên girêdayî wan, wê bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê bibin.

Piştî hevîdtinê, ji bo pêwîstiyên gelê Kobanê bicih bînin, her sê rêxistinan 17 hezar û 500 Euro radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin..

Bi heman armancê Şêniyên Navçeya Bala a Kurdên Anatolya Navîn jî, ji bo destekê bidin kampanya Heyva Sor a Kurdistanê, li bajarê Dortmundê şahiye lidar xistin û ji hatinên şahiyê, bi buhayê 6 hezar û 500 Euro Ambulansek diyarî Kobanê kirin..

Komeleya Çira ya Kurdên Êzdî jî, di çarçoveya Kampanyayê de, 10 hezar Euro bi rêya Bankayê ji bo Heyva Sor a Kurdistanê şand..

Rêxistin û komeleyên ku alîkarî dan kampanya ji nû ve zindîkirina Kobanê diyar kirin ku wê di rojên pêş de hewldanên wan hê zêdetir dewam bikin..

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê jî, bi daxuyaniyekê malavahiya rêxistinên alîkar kir..

(jh)

ANHA