Meclîsa Siyasî ya Minbicê, li herêmên hatine rizgarkirin civînên gel lidar dixe. Hevserok û endamên Meclîsê di vê çarçoveyê de bi berdevkên 37 gundan re rûniştin
MINBIC - SÎNAN DENÎZ
Operasyona leşkerî ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê dewam dike. Tevî vê operasyonê, li gundê Hayya Biçûk a li rojhilatê bajêr, Meclîsa Siyasî ya Minbicê civînek lidar xist. Hevseroka Meclîsa Siyasî ya Minbicê Sozdar Xalid û endamên meclîsê Şêx Alî Cemîlî, Abdo Mistefa, Berkel Ebû Ereb, Emel Yûsif û li ser navê 37 gundan 90 berdevk û endamên meclîsa gundan tevlî civînê bûn.
Hevserok û endamên meclîsê li vir axivîn û armanca operasyona rizgarkirinê vegotin. Di heman demê de li ser rê û rêbazên xwerêvebirinê ya gel, axivîn. Endamên meclîsê hesasiyeta xwe ya ji bo jiyana rêxistinbûyî û biratiyê ya gelan bilêv kirin û dan zanîn, ew hewl didin ji pêwîstiyên gel re bibin bersiv. Endaman dan xuyakirin, bi temamkirina xebatên meclîsbûnê yên li gundan ew ê gaveke girîng bavêjin û diyar kirin, jin û ciwan wê bi taybetî di nava van meclîsan de cih bigirin.
Nûner û berdevkên gundan ên beşdarî civînê bûn, di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgariya ji zilma DAIŞ'ê bilêv kirin û piştre pêwîstiyên xwe ji meclîsê re ragihandin. Nûneran dan zanîn, jiyana di bin desthilatdariya DAIŞ'ê de gelekî giran bû, buhayê her tiştî gelekî zêde bû û xwestin, ji bo karibin av û xwarinê tedarik bikin xwestin, mazota pê motorên bîran dixebitin, hîn bêhtir ji wan re bê dayîn.