Wekî tê zanîn ji dawiya sala 2012'an ve Amîda Kurd her meh dê 20 pirtûkan bide endamên xwe.
10 endamên Amîda Kurd ên nû ku wê mehê 5 gotar nivîsandibin, 10 endamên kevin ku wê mehê 10 gotar weşandibin dê pirtûkên xwe wergirin.
Ji bo meha yekem a sala 2013'an me ragihandibû ku em ê pirtûkên Kawa Nemir û Dilawer Zeraq belav bikin. Di meha yekem de endamên me yên ku dê xelatên xwe wergirin, 2 kes in.
Endamên me Hemed Elî Qoserî û Remzî Rojhilat dê pirtûkên xwe wergirin.
Ji bo meha duyemîn a 2013'an agahdarî!
Xelat: Pirtûkên Berken Bereh, Kawa Nemir, Dilawer Zeraq û Mahabad Felat Arda. Endamên me kîjan pirtûkên van nivîskaran bixwazin dê wergirin.
Şertname: Kesên nû bûn endam divê 5 nivîsan biweşînin. Nivîs berê li malper an jî kovarek din hatibe weşandin jî dibe. Armanca vê kampanyayê ew e, ku her kesê bi kurdî dinivîse bibe xwedî arşîv û pergalek webê. Endamên me yên kevin jî heke 10 nivîsan biweşînin, dê xelata xwe wergirin.
Nivîs: Gotar, lêkolîn, helbest, çîrok, nirxandin, ziman û perwerde, pêkenî, hevpeyvîn û hwd.