1 deqîqe xwendin

Xwendevanên Hewlêr zanko boykot kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HANA AZAD/ROJ NEWS Du roje ku xwendevanên zankoya Selaheddînê ji ber nediyarbûna pêşerojek pîşeyî zanko boykot kirine.

Nêzî du roje ku xwendevanên beşa zanistên siyasî yên zankoya Selaheddîn a Hewlêrê ji ber nediyarbûna pêşerojek ji bo pîşeya xwe, zanko boykot kirine. Wê ev boykot heftiyekî berdewam bike.

Derbarê armanca boykotê de xwendevanê bi navê Hêmin Elî ji Rojnews re axivî û diyar kir projeyasaya diyarkirina pêşerojek pîşeyî ji bo kesên ku beşa zanistên siyasî bi dawî kirine, li parlamenê hate xwendin lê belê heta niha ev proje neketiye bernameya rûniştina parlamenê û nebûye biryar.

Xwendevanê beşa zanistên siyasî herwiha dazanîn ku wê boykota wan nêzî heftiyekî berdewam bike û got ku heta niha bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn.

(ge)