ŞENGAL/ROJNEWS
Hêzên YBŞ û YPJ Şengalê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û gelek cebilxane li ser çeteyan ketin dest.
Îro berbangê seat 01:00’an hêzên YBŞ û YPJ Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de girê ku di bin destê çeteyan de bû, bi temamî ji destê wan hat derxistin. Di girê stratejîk ê Şilo de 6 çete hatin kuştin, cenazeyên çeteyan di destê şervanan de ye.
Nûçegihanê RojNews ragihand ku di vê çalakiyê de doçkayek, dûrbînek şevê û gelek cebilxaneya çeteyan ketiye dest.
Di çalakiya derengiya şevê de şervanekî YBŞ’ê yê bi navê Egîd şehîd bû.
Di seatên pêş de wê nasnameya şervanê şehîdbûyî eşkere bibe.
(rn)