YE li Dijî Gefên Hîbrîd ên Rûsyayê Li Bersiveke Hevpar Digere
YE li hemberî êrîşên hîbrîd û sabotajên Rûsyayê li ser amadekirina protokoleke ewlehiyê ya nû gotûbêjan dike.
Li gor çavkaniya Politico weşandiye, wezîrên parastinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) dixwazin li hemberî zêdebûna pêla êrîşên hîbrîd ên Rûsyayê bersiveke hevpar pêş bixin.
Di civîna Konseya Karûbarên Derve de, Nûnera Bilind a YE'yê Kaja Kallas ji rojnamevanan re got gotûbêjên wezîran dê li ser "Protokola Ewlehiyê ya Awarte" be, wek parçeyek ji stratejiyeke berfirehtir li dijî van êrîşên hîbrîd. Ev protokol berê ji aliyê Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen ve hatibû pêşniyarkirin û wek guhertoya YE'yê ya li ser Xala 4'emîn a NATO'yê hatibû pênasekirin, ku rê dide welatekî endam di dema gefxwarinê de bangî hevalbendên xwe bike.
Kallas destnîşan kir ku ev nîqaş dê li ser wê bisekine ka saziyên YE'yê dikarin çawa bi welatên endam re bixebitin da ku diyar bikin ka kîjan amûrên di destê YE'yê de dikarin di vê protokolê de bên bikaranîn. Kallas her wiha tekez kir ku ev protokol dê hemû wan kiryaran bigire nav xwe yên ku "di bin sînorê êrîşa çekdarî de ne", wek êrîşên bi firokeyên bêmirov (drone), sabotaj û êrîşên sîberî.
Di nûçeya Politico de hat diyarkirin ku pêşniyara Ûrsûla von der Leyen di nav hin welatên YE'yê de bûye sedema fikaran ku dibe bi NATO'yê re têkeve nava hevrikiyê. Kallas piştî civînê got hîn ne diyar e ka piraniya welatên endam piştgiriyê didin vê protokolê an na.
Her wiha li gor heman çavkaniyê, Wezîrê Parastinê yê Fînlandiyayê Antti Häkkänen da zanîn ku ji ber ku Ûrisya li qada şer serkeftinê bi dest naxe, lewma zext û kiryarên xwe yên hîbrîd li dijî welatên piştgirê Ukraynayê zêde dike. Häkkänen destnîşan kir ku bersiv dikare mueyîdeyên nû û sînordarkirina vîzeyan ji bo tûrîstên Ûris di nav xwe de bigire, lê divê hevkariyeke nêzîk bi NATO'yê re hebe.
Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Martin Herem jî li ser gumanên sabotajê yên li welatê xwe got divê pêşî bi belge bê tespîtkirin ka kê ev kiryar kiriye û piştre mîna Almanyayê were eşkerekirin û gav werin avêtin.
Wêne: Leonardo Munoz / AFP bi rêya Getty Images (Politico)