2 deqîqe xwendin

Yekîtya Mamosteyên Hesekê 15 dibistanan bireve dibe

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ANHA - HESEKÊ -Yekîtiya Mamosteyan a bajarê Hesekê karîbû di 5 mehan de 15 dibistanên taxên bakûrê bajar birêvebibe. 14 Komîteyên yekîtiyê hene û hemû di nava kar û xebatan de ne.

Beriya 5 mehan bi armanca rêxistinkirina karûbarên dibistanan û avakirina kordînekirinekê di navbera mamosteyan de, li taxa Miftî a bajarê Hesekê Navenda Yekîtiya Mamosteyan hat vekirin.

Yekîtiya Mamosteyan rêxistineke sivîl, perwerdeyî û fêrbûyînê ye. Ji armancên wê pêşxistina sîstema perwerdekirin û fêrkirinê ya ser bingeha parastina çand û zimanên hemû gelan, pêkanîna yekbûna mamosteyan da ku civakeke exlaqê û demokratîk di çarçoveya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, were avakirin, fermîkirina zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî di destûra Sûriyeyê de.

Yekîtiya Mamosteyên Hesekê 15 dibistanên li deverên bakûrê bajarê Hesekê birêve dibe, rewşa dewma mamosteyan dişopîne û dinirxîne. Mamosteyên di dewama xwe de ne bi displîn bin ji aliyê yekîtiyê tên cezakirin. Beriya niha yekîtiyê hişyarî dabû hemû memosteyên bajar da ku bi dewama xwe ya fermî girêdayî bin.

Gelek rêveberên dibistanan li dijî fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanan derdiketin. Lê endamên yekîtiyê bi wan re hevdîtin kirin û ji wan re dan xuyakirin ku pirbûna zimanan wêneyekî şaristaniyê û nîşana pêşketinê ye.

Yekîtî hemû pirsgirêkên mamosteyan çareser dike û dê navên hemû mamosteyên ku jiber sedemên siyasî ji kar hatine berdan û mamosteyên ku di karê mamostetiyê de nedihatin qebûlkirin radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê bike da ku derbarê çareserkirina rewşên wan lêkolînan bike. Her wiha yekîtî niha amadekariyên organîzekirina dewreyên perwerdeya siyasî û idolocî jî dike.

(he)