4 deqîqe xwendin

YPG: Li 3 eniyên Kobênê pêşketina me didome

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li Kobanê 14 gund û hinek girên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û çeteyek jî bi saxî hatiye girtin. Navendê diyar kir ku li herêma Cizîrê jî 2 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê û çalakiyên li herêma Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de hate diyarkirin ku berxwêdana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ketiye roja xwe ya 144’an û pêngava Azadkiran Kobanê ya hêzên YPG’ê jî bi hemû lêza xwe berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê duh bi roj û şev li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê li hemberî hejmarek zêde gund û noqteyên stratejîk ên ku çeteyan dagir kiribûn operasyonek hemwext pêk aniye. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de derbeyên giran li çeteyan hatine xistin û 14 gund û hin noqteyên stratejîk hatiye rizgarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me li rojhilatê Kobanê duh operasyonekî dorfireh lidarxistin. Hêzên me di operasyonê de gundên Tilîk, Hewlaqî, Dibîrik, Qişlê, Muxaraç, Til Xezal, Mezra Sofî, Bîrêreş û Pîno hedef girtin. Hêzên di me demeke kin de gundên hatibûn hedefgirtin ji çeteyan paqij kirin û derbeyên giran li wan xistin. Hêzên me yên ko operasyonên xwe berdewam dikin, îro di seatên sibehê de li ser rêya gundê Qeremux jî serdestiya xwe çêkirin.

Pêşketina hêzên me li rojavayê Kobanê jî berdewam dike. Li vê herême hêzên me gundê Bubanê yê ku ji 2 gundan pêk te û girên stratejîk ên li derdora gund rizgar kirin.

Hêzên me li başûrê Kobanê jî gundên Rovî, Tevşo û Xizênê hedef girtin û di demekî kin de rizgar kirin.”

Çeteyek bi saxî hate girtin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona li eniya başûr de hêzên YPG’ê kesê bi navê Ebu Hemza Kurdî (Murat Baynal) yê di sala 1977’an de ji dayik bûye û li ser nufûsa bajarê Qersê qayd kiriyê tevî çek û cebilxaneya li ser wî bi saxî hatiye girtin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di hersê qadan de ji ber ku operasyonên YPG’ê hin jî berdewam dikin hejmara kuştî û birîndarên çeteyan, dîsa çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin nehatiye zelalkirin, lê heta niha tevî 17 cenazeyên çeteyan hêzên YPG’ê dest danîne ser 4 tirimpêl, fûzeyek, 26 klêş, 70 şarjor û 2.000 guleyên kilêşan, 5 çekên BKC û 200 guleyên BKC, 36 bombeyên destan, 3 rext, bêtêlek û dûrbînek termal.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonên di nava 24 seatên dawî de hatinê lidarxistin de şervanekî YPG’ê bi lehengî şer kiriye û gihîşt şehadetê, her wiha 8 şervan jî birîndar bûne.

Di dawiya dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê şevêdin di navbera gundên Emrî û Şora yên ku 25 km dikevin başûr rojhilatê Qamişlo, li hemberî komên çeteyan çalakiyek lidar xistiye. Hate gotin ku di êrîşa ku konwoyek leşkerî hatibû hedefgirtin de tirimpêlekk çeteyan hatiye ruxandin û 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

(aq)