2 deqîqe xwendin

YPG: Li Sirîn û derdora wê 53 çete hatin kuştin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ 18.03.2014 09:41:49 YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên li bajarokê Sirîn û gundên Boraz û Eşîma yên li başûrê Kobanê de, ji duh bi şev û vir ve 53 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 2 tank hatine rûxandin û dor li komeke çete hatiye girtin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê şer û pevçûnên li bajarokê Sirîn û gundên Boraz û Eşîma yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku çeteyên koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên ji sê baskan ve êrîşê depoyên genim ên li gundên Boraz û Eşîma û bajarokê Sirînê kirin, rastî berxwedana hêzên YPG'ê hatin û di encamê de pevçûnên dijwar qewimîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên ji duh û vir ve 53 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 2 tank û wesayîtek çeka giran a doçka lê barkirî, hatin rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şerê duh bi şev de şervanê YPG'ê Elî Sadûn bi nasnav Xebat Agirî (34) jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din hate gotin ku komên çete ji aliyê Latkiyeyê bi 12 otobusan derdora 700 çete di ser Reqayê re birine herêma şer.