1 deqîqe xwendin

YPG’ê 2 tangên çeteyan desteser kirin 6 tirimpêl teqandin

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

TIL TEMIR – Şer û pevçûnên ku duh li ser riya Til Temir û Hesekê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re destpê kiribûn, didomin. Di êrîşan de heta niha 6 tirimpêlên çeteyan ên bombebarkirî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine rûxandin. Her wiha 2 tangên çeteyan hatin desteserkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê duh (30 Nîsan) serê sibehê li gundên Til Cedaya û Xerîta yên li ser riya Til Temir û Hesekê êrîş pêk anî bûn. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê dane, pevçûn şevê din li gunde Til Ruman jî belav u çeteyên ku derbeyên giran xwarin, bi 6 tirimpêlên bombebarkirî hewl dan ku êrîş bikin. Lê hemû tirimpêl ji aliyê YPG’ê ve beriya ku bigihîjin armanca xwe hatin teqandin.

Nûçegihan ragihand ku di pevçûnan de şervanên YPG’ê 2 tangên çeteyan jî desteser kirine. Derbarê pevçûnên ku hîn didomin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

(dy/aq)