1 deqîqe xwendin

YPG’ê gundê Til Mixas ê Til Temir kontrol kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

TIL TEMIR/ROJNEWS

YPG û Hêzên Berxwedana Hevbeş, piştî pevçûnên dijwar ên li Gundê Til Mixas ê di navbera Til Temir-Hesekê de ji çeteyan paqijkirin.

Li gor ANHA’yê di encama pevçûnên ji êvarê de dijwar bibûn de, şervanên YPG’ê û Hêzên Berxwedana Hevbeş, saet derdora 22:10’an de darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan û gundê Til Mixas ê li başur-rojavayê Til Temirê bi temami ji çeteyan paqij kirin.

Şer û pevçûnên dijwar hê jî berdewam dikin. Şer bi taybet li gundên Til Nesrî û Xêbiş ên di navbera Til Temir û Hesekê de pir dijwar bûye û çeteyên DAIŞ’ê bi çekên mîsketê yên qedexekirî herêmê topbaran dike.

(mo)