6 deqîqe xwendin

YPJ: Em dê hişmendiya desthilatdar a koledar li Kobanê têk bibin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) - Ji şervanên YPJ'ê Amara Kobanê diyar kir ku jinên rojavayî di nava şoreşê de xwe bi rêxistin kirin û di berxwedana Kobanê ya dîrok de bi pêşengiya kirin vîna xwe nîşan dan. Kobanê anî ziman ku vîna jinê di şexsê DAIŞ'ê de hişmendiya desthilatdar a koledar li Kobanê dê têk bibe û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hemberî koletiyê serî hildin.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 116'emîn li Kobanê berdewam dike. Têkoşîna şervanên YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di hemû cihanê de deng veda. Ji şervanên YPJ'ê Amara Kobanê pirsên DÎHA'yên yên têkildarî giştî berxwedan, YPJ û têkoşîna didin bersivandin.

*Hûn kengî tevlî YPJ'ê bûn û sedema we biryareke wisa girt çi bû?

Amara Kobanê: Dema Şoreşa Rojava dest pê kir ez tevlî YPJ'ê bûm. Ji rojên yekemîn ên şer heya niha ez di berxwedanê de cih digirim. Civaka Rojhilata Navîn û Kobanê jinê tune dihesîbîne, di nava çar dîwaran de digire û mafên wê ji dest digire û ji ber vê yêkê weke serhildanekê ez tevlî YPJ'ê bûm û min jiyana azad hilbijart. Li Kobanê yekemîn Tabura YPJ'ê a Şehîd Dîcle hate îlankirin. Di wê demê de tiştekî wisa bi tena serê xwe ji bo me şoreşek bû.

*Biryara we wê demê girt ji aliyê malbat û derdorê ve çawa hate dîtin?

Gelê Kobanê heya wê rojê tenê bi gotinan yekîneyên parastina jin dizanîn û piştî dîtin ku jin çeperan digirin, çalakiyên xweser dikin û vîn in matmayî man. Lê piştî vê matmayiyê vînek mezin û nêviyek mezin cih girt. Tenê jin na di heman demê de di nava zilaman de jî nêrînên klasîk ên li hemberî jinê şikestin. Ji ber vê yêkê piştî demek şunda hinek zilaman bi xwe keçên xwe anîn tevlî YPJ'ê kirin.

*Şervanên jin ên kurd ên di berxwedana Kobanê de cih girtin di raya giştî ya cihanê de bi eleqeyeke gelek mezin tên şopandin. Bi taybet çalakiya Arîn Mîrkan dengekî gelek mezin veda. Hûn biryarbûna jinên Kobanê bi çive digêrdidin?

Heke mirov rewşa xwe ya xweseriya xwe nebîne peyda neke potansiyela di nava xwe de ferq nake.Her hevalê tevlî vê têkoşînê bû fersenda bi rastiya xwe re rû bi rû bê peyda kir û hînî vîna xwe bû. Hevala Arîn Mîrkan bû sembola berxwedanê. Lê bi dehan hevalên me yên weke Arîn teslîmiyet qebûl nekirinû heya dawiyê li hemberî koletiyê şer kir. Mînak Kader Ortakaya ligel hemû astengiyan di bin gulebaranê de hewil da darbas bibe û tevlî berxwedanê bibe. Jinên kurd bi salane li hemberî desthilatdariyê û koletiyê ber xwe dide. Çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşan xwest me teslîm bigire û mehkumî koletiyêbike. Lê em teslîmiyet red kir û em dê heya dawî li hemberî vê zihniyetê şer bikin.

* Dema em li kolanên Kobanê geriyan me dît ku çeteyên DAIŞ'ê potreyek jinê ya li mala dagirkirin gulebaran kiribûn. Sedema bêtehemuliya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî jinê çi ye?

Niha çeteyên DAIŞ'ê li hemberî berxwedana şervanên YPJ'ê matmayîn e. Ji ber ku li gorî wan jin tenê mulkê taybet û koleyê zilam in. Sedema ewqas hovîtî êrîş li jinên kurd dikin, jinên kurd bi rêxistinbûna xwe ji hemû civaka Rojhilata Navîn re bûn mînak.Li hemberî vîna jinê ya weke kole dîtînin tehemûlê nîşan nadin. Sedema çeteyên DAIŞ'ê naxwazin bi destê şervanên YPJ'ê mirin ev e. Ji ber ku li gorî wan jin hêz û vîn nîn e. Bi destê jineke qels didîtin bimirin xeyalên wan ên bihuştê têk diçin. Ev tenê ji bo DAIŞ'ê derbasdar nîn e. Ji bo hemû derdorên bi nexweşiya desthilatdariyê ketin derbasdar e. Lê em soz didin em dê girêdayî felsefeya Rêberê Apo xeyalên xwe pêk b»înin û ji bo civakê biguherînin têkoşîna xwe bidomînin.

* Peyamek we ji tevgerên jinên li herêmên cuda yên cîhanê têkoşînê dikin heye?

Li kuderê be bila bibe têkoşînên jinan ên bêparastin dê kêm bimînin. Li welatên herî demokratîk û wek hev jî zilam desthilatdar e û jin kole ye. Berê li cihên cûda yên cîhanê têkoşînên azadiyê yên jinan çêbûn. Lê di têkoşînên siyasî de destkeftiyên xwe neparastin û belav bûn. Ji ber vê yêkê me artşê xwe ya jinan înşa kir. Her hêza parastina wê tuneyî di bin talukeyê de ye.Ji ber vê yêkê em bang li hemû jinên cihanê yên di bin koletiyê de ne dikin ku serî hildin.

*Di şoreşa Rojava jinan roleke çawa hilgirt?'

Gotina dijmin a "Jinên kurd ji bo min helal in" tê wateya dawîkirina jiyana hemû jinên cîhanê. Heke jinên kurd di nava şoreşa Rojava de xwe rêxistinî nekiriba û artêşa xwe ava nekiriba nedikarî li hemberî vê hişmendiya nemerd ber xwe bide. Tenê ji bo xwe na ji bo hemû nirxên civakê biparêze divê jin xwe rêxistin bike. Em nabêjin bila hemû jin çekan hilgirin. Lê bila jiyana xwe biparêzin û xwe perwerde bikin.

*Berxwedan di meha çaremîn de ye û operasyonên xwe yên li hemberî çeteyan berdewam dikin. Hûn dikarin derbarê geşedanên dawî de agahiyan bidin me?

Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kir gelek kesan got dê Kobanê bikeve. Cudahî Cerablus û Mînbîcê li Kobanê tenê kurd ijîn. Ji ber wê yêkê ev der biçû dîtin û gotin gel ber xwe nade. Lê şervanên YPG û YPJ'ê ev hêviyan wan têk birin. Heya dawiyê dîtin gelek ber xwe dide û bajar terk nekirin û yên bajar terk kirin jî vegeriyan.Em bi biryarin ku em çeteyên DAIŞ'ê xilas bikin. Tenê ji bo gelê Kobanê na ji bo tevahiya mirovahiyê ev çete taluke ne.Heke me nedaba rawestandin tu hêzan xwe li ber nedigirt. DAIŞ'ê gef li hemû cîhanê dikir.Lê em dê bi felsefeya Rêberê Apo em dê şerê bikin û em dê êrîşên çeteyan bişkênin.

*Weke hûn ji dizanin di berxwedana Kobanê de Apê Nemir ji ber temenê xwe yê borî tevlî berxwedanê bû bû sembolê berxwedanê. Em merak dikin niha di nava şervanên xwe de dayîkên zarokên wan heyî hene?

Di nava hêzên me de ligelk hevalên ciwan hevalên me yên zarokên wan hene jî hene. Li Kobanê ji jin û zilma di her temenê de gel ber xwe dide. Hevalên me yên ciwan dema kesên temenê wan borî û dayîkên bi zarokê di çeperan de cih digirin hêzê digirin. Di heman demê de dayîk û kesên din jî ji berxwedana ciwanan hêzê digirin.

(bd/wk)