1 deqîqe xwendin

YPJ ya Kobanê: Serkeftina HDP’ê encama xebatên jinan e

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de pîroz kir.

Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi peyamekê serkeftina HDP’ê pîroz kir. Peyama YPJ’ê wiha ye: “Ji warê Rêvanan, Stêrkan, Zehrayan, Êrîşan, Gelhatan û Arînan em ji Kobanê serkeftina HDP’ê pîroz dikin. Ev serkeftin ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest serkeftinekî mezin e.”

Fermandariya YPJ’ê behsa rola jinan a di encamên hilbijartinan de kir û wiha berdewam kir: “Serkeftina HDP’ê di ancama xebatên jinê de bi dest ketiye. Em vê serkeftinê ji dil û can li Rêber Apo, jinên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.”

(ge)