Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî şer û çalakiyên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê daxuyaniyeke da
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Gever, Nisêbîn û Şirnexê 10 çeteyên Qesrê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de nasnameya 10 şervanên YPS’ê yên li cih û dîrokên cuda jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li hember êrîşên çeteyên Qesrê yên faşîst ku li ser herêmên xwerêveberiyê pêk tînin, berxwedana yekîneyên me yên xwerêveberiyê û çalakî didomin.”
Di vê çarçoveyê de têkildarî encamên şerên li Nisêbîn, Navenda Şirnex û Geverê ev agahî hatin parvekirin:
NISÊBÎN
26’ê Adarê saet 01:00 – 02:00’an dema ku 3 çeteyên Qesrê dixwestin ji aliyê Weysika ya Taxa Koçer ve bikevin malekê, ji aliyê hêzên me yên parastina sivîl bi çekên ferdî hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de encamên zelal nehatin bidestxistin. Di heman rojê de çeteyên Qesrê bû hedefa hêzên me û bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin. Ev çete bi giranî hatiye birîndarkirin.
Kepçeya ku dixwest bikeve taxê ji aliyê hêzên me ve bi awayekî bi bandor hatiye hedefgirtin û îmhakirin. Di wesayîtê de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin.
26’ê Adarê çeteyên Qesrê, di encama êrîşên bombeavêjan de li Taxa Kalikayê maleke şewitandin.
GEVER
26’ê Adarê di saetên şevê de çeteyên Qesrê xwestin ji Ofîsa Petrolê ya Kûrtlar a di têketina Taxa Cûmhûriyetê de cih digire ve bikevin Taxa Cûmhûriyetê. Yekîneyên YPS’ê ev êrîş ferq kirin û li hember 2 wesayîtên ji 25 POH û JOH pêk dihatin çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama sabotajê de 5 polîs hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.
Di nava çend rojên dawî de çeteyên AKP’ê bombeyên fosforê avêtine çend taxan. Di encama bikaranîna van bombeyan de li gelek cihan şewat derketine.
ŞIRNEX:
26’ê Adarê hêzên me yên xweparastinê, li Şirnexê li dijî Qereqola Mehmet Îşler a Polîsên Tirk bi çekên giran ve çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de 2 polîsen Tirk hatine kuştin.
NASNAMEYÊN ŞÊRVANÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE WIHA NÊ:
YPS’ê nasnameyên şervanên xwe yên ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Nasnameyên şervanan wiha ne:
Nasnav: Rizgar Amed
Nav: Ferhat Yaşa
Dayik : Hacîre
Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: 1999 Amed
Cih û Dîroka Şehadetê : 26 Adar Nisebîn
Nasnav: Şervan Cûdî
Nav û Paşnav: Mahmût Surgît
Navê Bav: Alî
Cihê Jidayikbûnê: 2000 Şırnex
Cihê Şehadetê: Şirnex
Nasnav: Diyar Cûdî
Nav û Paşnav: Mehmet Ûnal
Dayik û Bav: Sarya-Mahmut
Cihê Jidayikbûnê: 1992 Şirnex/Gundikê Melê
Cihê Şehadetê: Şirnex
Nasnav: Rengin Şerefxane
Nav û Paşnav: Ceylan Sayar
Dayik û Bav:Suna - Abdurrahim
Cihê Jidayikbûnê: 1993 Wan / Mehmûdî
Cihê Şehadetê: Şirnex
Nasnav: Sîpan Amed
Nav û Paşnav: Mustafa Ekîn
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: 1997 Amed
Cihê Şehadetê: Gever
Nasnav: Arîn Rojhat
Nav û Paşnav: Tulay Eren
Dayik û Bav: Ferdihal- Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: 1996 Bêdlîs
Cihê Şehadetê: Gever
Nasnav: Reşit
Nav û Paşnav: Davut Kurt
Dayik û Bav:Makbule- Cafer
Cihê Jidayikbûnê: 1991 Wan / Erdîş
Cihê Şehadetê: Gever
Nasnav: Zana
Nav û Paşnav: Zeynel Abîdîn Oral
Dayik û Bav:Lutfiye- Mehmet Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: 1990 Mêrdîn / Stewrê
Cihê Şehadetê: Gever
Nasnav: Şervan Amed
Nav û Paşnav: Habîp Akar
Dayik û Bav:Ferîde-Îsmet
Cihê Jidayikbûnê: 1997 Amed
Cihê Şehadetê: Gever
Nasnav: Rojvar Arvin
Nav û Paşnav: Yuksel Sumbul
Dayik û Bav:Besra - Selahadîn
Cihê Jidayikbûnê: 1984 Erzirom / Gogsî
Cihê Şehadetê: Gever