MÊRDÎN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Newroza Qoserê de axivî û diyar kir ku Newroza 2015'an bi serkeftina kesên ber xwe dan pêşwazî kirin û wiha got: "Astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û çareseriyê çekên dewletê ne. Ya çekên dewletê diparêze ev paketa ewlehiyê ye. Heke hûn çareseriyê bixwazin werin em bi hev re vê paketê bi agirê Newrozê bi şewitînin. Heke hûn bêjin 'Em naşewitînin' hûn dizanin. Em dê bişewitînin."
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê deh hezaran kesan Newroz bi dirûşmeya "Êdî bes e ji Rêberê Apo re azadî" pîroz kir. Li qada Newrozê berxwedana Kobanê hate silavkirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Li qadê alên PKK û YPG'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlementera HDP'ê Aysel Tugluk û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan axaftina vekirina mîtîngê kir û diyar kir ku ji Cizîrê ber bi Amedê ve meşa "Ji Ocalan re azadî" berdewam dike û di nava sînorên Mêrdînê de ye. Piştî axaftina vekirinê agirê Newrozê hate hilkirin.
Piştî stranên Koma Hîvron Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag axivî.
'Em Newrozê bi serkeftina kesên ber xwe dan pêşwazî dikin'
Hevseroka Giştî ya HPD'ê Fîgen Yuksekdag dema derket ser dikê bi de hezaran kesan bi hev re dirûşmeya "Bijî serok Apo" berz kir. Yuksekdag piştî dirûşmeyê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku dîrok ji aliyê gelên ber xwe dan ve hate nivîsandin û îro jî gelê Qoserê dîrokê dinivîse. Yuksekdag anî ziman ku yên ji sulaleya Dehaqan hatin hatin dê di dîrokê de wind bibin û wiha got: "Lê hûn dê rûpelên dîrokê de bi rûkenî, coş û berxwedana xwe cih bigirin. Em Newroza 2015'an bi serkeftina kesên li ber xwe dan pêşwazî dikin. Agirê Kawa ji bo mizgîniya rizgariyê hil kir îro li Rojava û li Kobanê hate hilkikrin. Hemû cîhan vî agirî dibîne. Agirê Kawa hilkirî ji bo hemû gelên cîhanê mizgîniya jiyanekî nû ye. Ev yêk nîşan dide dê zalim tê biçin û mazlum qezenc bikin. Ji kesên ew agir anîn Mezopotamyayê re hezar silav. Ew agir tu caran navemire. Ji ber ku em ew agbir bi şehîdên xwe nivîsand. Me bi hêza xwe ya azadiyê nivîsand."
'Dîrok yên berxwedan nivîsand'
Yuksekdag da zanîn ku Newroz 2015'an ji bo hemû gelan deriyê aştiyê ye û wiha axivî: "Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û hemû kesên din hêza Newrozê ya herî sereke ye. Êdî ev gel winda nake. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo gelê me yê ji bo azadiyê derketî rê êrîşê bikin pêk anîn. Gelek êşa hatin jiyîn. Çeteyên li Rojava û Rojhilata Navîn êrîş kirin û bawerî pêk anîn îro her tiştê xwe kom kirin û reviyan. Li Kobanê û Şengalê şervanên YPG û YPJ'ê azadî, can û malê gelên me yên êzdî, suryan û tirkmenan diparêze. Îro jî şervanên azadiyê ji bo mirovahiyê ber xwe didin."
'Înkar di fitrata van de heye’
Yuksekdag destnîşan kir ku serokomar Erdogan ketiye xefletê û gotina “pirsgirêka kurd nîne” kiriye û hemû cihan bi xwe daye kenandin û wiha berdewam kir: “Jixwe gelê kurd hebûna xwe ji zû ve ye qezeng kiriye. Êdî siyaseta cihanê bi berxwedana kurd û têkoşîna wan ve eleqedar dibe. Ma serokomarekî vî welatî vê rastiyê nizane? Înkar di fitrata wan de heye. Ev gotin aştî û wadên pêvajoya çareseriyê xizmetê wan nake, xizmên xwe bi hêz dikin. Îro tişta ku serokomar dide axaftin feraseta înkarê ye. Lê vî gelê feraseta înkar û îmhayê ya sed salan çawa têk bir dê feresata AKP’ê jî têk bibe.”
‘Em ê paketa ewlehiyê di agirê Newrozê de bişewitînin’
Yuksekdag gotina hikûmetê ya “Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, çekan di agirê Newrozê de bişewitînin” bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Ez jî dibêjim ku hûn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin? Hûn ewil paketa faîst a terorê, ya ewlehiyê di agirê Newrozê de bişewitînin. Li pêşiya çareserî û aştiyê astengiya herîm ezin çekên dewletê ye. Heke hûn çareseriyê dixwazin werin paketa ewlehiyê bavêjin agirî Newrozê. Lêh eke hûn dibêjin em vê paketê naşewitînin hûn dizanini. Em ê bişewitînin. Ew paket dê di agirê têkoşîna me de bişewite û bibe xwelî.”
Yuksekdag bilêv kir ku Newroza 2015’an dê bibe navê têkoşîna azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev gel û hemû gelên Tirkiyeyê aştiyê dixwezin, li ser esasê welatîbûna wekhev aştiyê dixwazin. Di hilbijartinên 2015’an de jî çawa em di mewziyên Kobanê bi ser ketin, di berxwedana 6-8’ê Cotmehê de bi êşan çawa em xwedî li Kobanê derketin di hilbijartinên 2015’an de jî roja 8’ê hezîrenê jî em bi ser kevin û derkevin.”
Piştî axaftina Yuksekdag komên muzîkê derketin ser dikê û stranên bi kurdî stran. Pîrozbahiya Newrozê bi muzîkê berdewam kir.
(sa/bd)