SİNAN DENİZ/ŞENGAL
https://www.youtube.com/watch?v=IEu2uiCyr1k
Mamosta û xwendevanên li çiyayê Şengalê bertek nîşanî helwesta rêveberiya perwerdê ya Dihokê dan û gotin: “Em naxwazin dibistanên me bên girtin, ji ber em rastiya xwe livir fêr dibin û fêrî zimanê dayîkê dibin.”
Ji bo zarokên Êzidiî yên li çiyayê Şengalê 6 dibistan hatine vekirin. Li ser vê yekê rêveberiya perwerdê ya Dihokê ew dibistan bi ne yasayî bi nav kiribû û gotibû, divê werin girtin. Li hemberî vê mamosta û xwendevanên li çiyayê Şengalê bertekî nîşanî vê helwestê dan. Xwendevanan û mamostayan ji RojNewsê re diyar kirin, ew naxwazin dibistanên wan werin girtin ji ber ku ew fêrî rastiya xwe dibin.
Gelê Êzdî dikare xwe bi xwe rêve bibe
Li ser vê yekê mamosta û xwendevanên li çiyayê Şengalê ji RojNews re axivîn. Destpêkê mamosta Helwa Xelef axivî û got: “Ez weke mamostayekê van zarokan perwerde dikim û gelek kêfxweşim ku alîkariya wan dikim. Beriya fermanê van zarokan dibistan dixwendin, piştî fermanê kes li wan xwedî derneket. Ew jî zarokên gelekê ne, me dibistan ji wan re vekir, eger kes alîkariya me neke emê bi xwe alîkariya xwe bikin. Gelê Êzidî dikare li ser piyê xwe raweste û xwe bi xwe rêve bibe.”
Xelef di berdewamiya axaftina xwede balkêşa ser helwestên rêveberiya perwerdeya Dihokê û wiha got: “Dema me dibistan vekirin, gotin wê fikrê zarokan xira bikin. Me em dibistanane ne ji bo xirabkirina fikrê zarokan vekiriye, me ji bo ronîkirina pêşeroja wan û exlaqê Êzidiyê bidin wan vekiriye. Emê wan di rêya Êzidiyê de ber bi pêş ve bibin. Beriya van axaftinane bikin, bila hatiban ji van zarokan re dibistan vekiriban. Hê jî kesê alîkariya van zarokane nekirine, em jî dikarin xwe bi xwe rêve bibin û alîkariya zarokên xwe bikin.”
Mamosta Murad İlyas ji di vê derbarê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Zarok baş fêr dibin û di karê xwe de serkeftîne. Piştî fermanê kesê dibistan ji van zarokan re vene kir, me jî piştî wê dibistan vekir. Hinek alî dibêjin, em wan dibistanan qebûl nakin, ew bixwazin nexwazin kesekê din alîkarî nedan me. Me bi xwe ev dibistan vekirin e. Em dixwazin li van zarokan û paşeroja wan xwedî derbikevin.”
Em naxwazin dibistanên me bên girtin
Xwendevana bi navê Seediye Reşo jî kêfxweşiya xwe li ser vekirina dibistanan anî ziman û got: “Em bi fêrbûna van dersan gelek kêfxweş in, em gelek fêrbûne û dikarin binivîsinin û bixwînin jî.” Xwendevanên bi navê Emşê Xidir, Şaha Xidir û Şerwah Fahis jî gotin: “Em naxwazin dibistanên me bên girtin, em fêrî zimanê dayîkê dibin û em gelek kêfxweş in. Ji ber em fêrî ziman, aqil û rastiya Êziditiyê dibin, em gelek kêfxweşin.”
Herî dawî mamosta Emer Xidir jî axivî û wiha got: “Ev demek dirêje ev dibistan hatine vekirin, em dixwazin vî zimanî pêşbixin. Ji ber ev dibistan çand û exlaqê me ber bi pêş ve dibe.”
Roja 3ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajarokê Şengalê yê Êzdiyan û çend navçeyên din ên başûrê Kurdistanê kirin û dagir kirin. Bi dagirkirina wan herêman re, bi hezaran jin û keçên Êzdiyan hatin revandin, qetilkirin û penaber bûn. Hê jî bi hezaran welatî tevî hemû şert û mercên zor û zehmet, li çiyayê Şengalê dijîn.
Berî demekê derdorê 6 dibistan ji aliyê Meclisa Avaker a Êzdiyên Şengalê ve ji bo zarokên Êzdî yên li çiyayê Şengalê hatin vekirin. Bi dehan zarokên Êzdî di van dibistanan de tên perwerdekirin.
(rn/mo)