6 deqîqe xwendin

Zihniyeta Baas didome: 42 kurd qetilkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN – Rêjîma Baas ku di sala 1963'an hat ser desthildariya Sûriyê gelek komkujî, tunekirin û siyasetên şofînist li dijî gelê kurd pêk anîn. Tevlî ku piştî şoreşa gelê Rojava û Sûriyê hêza rêjîmê lawaz bû ye jî,lê car de jî dest ji siyasetên xwe yên îmha û tunekirinê berne da ye. gelek caran hêzên rêjîmê êrîşî li herêma Cizîrê êrîşî sivîlan, YPG û hêzên Asayîşê kirin. Di encama êrîşên hêzên rêjîmê ya salekê de 42 kurd hatin qetilkirin, bi dehan kurd birîndar bûn û nêzî 50 kesan girtine binçavan.

Ji destpêka pêngava şoreşa azadiyê ya gelê Sûriyê hêzên rêjîmê êrîşî sivîlan kir û li gelek deveran komkujî pêk anîn. Rêjîma Sûriyê poltîkayên xwe yên înkar û tunekirinê li ser gelê kurd dewam dikirin. Di 22'ê tîrmehê de hêzên rêjîmê li bajarê Qamişlo êrîşî meşa ku ji aliyê TEV-DEM'ê bi durişmeya ''Ala Rengîn'' hatibû orgenîzekirin kirin.

Piştî wê bûyerên jî zextên rejîmê li dijî welatiyên Kurd ên ku dixwesti bi rengên Kurdî dakevin kolanan û xwepêşandan pêk bînin zêde bûn. Roja 25 û 26`ê nîsana sala 2012`an hêzên ewlekariya dewletê ciwanê bi navê Ebdilxaliq Hesen li taxa Enteriyê girtin, li ser vê bûyerê ciwanan li pêşiya avahiya Dadgehê ya bajêr çalakî lidar xistin, lê li vê derê jî hêzên rejîmê li dijî çalakiya ciwanan bombeyên gazê bikar anîn û çalakî belav kir, hêzên ewlekariyê her wiha ciwanekî astengdar işkence kirin û 2 jî girtin.

Hêzên rejîmê roja 25`ê nîsana 2012`an bi alîkariya hinek ajanên Kurd li dijî şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kemal Hisên komployeke bêbext pêk anîn û di encamê de Hisên û hevalên xwe ketin kemîna rejîmê û Hisên jiyana xwe jidest dan û hinek hevalên wî jî birîndar bûn.

Roja 21`ê adarê dema ku welatiyên bajarê Dêrikê hewil didan ku bajarê xwe rizgar bikin hêzên rejîmê gule barandin û di encamê de şervanên YPG`ê Bawer Dêrik jiyana xwe jidest da, di heman rojê de endamekê parastinê li bajarê Qamişlo jî bi destên hêzên rejîmê jiyana xwe jidest da.

Roja 1`ê êlûna 2012`an hêzên ewlekariya leşkerî yên rejîmê li deriyê ketina bajarê Qamişlo 5 ciwanên Kurd ku ji bajarê Hesekê dihatin, girtin. Ciwanên bi navê Kawa Xelîl Hesen, Izedîn Xelîl Hesen, Sedîq Xelîl Hesen, Alan Mihemed Hesen û Mihemed Xalib Hesen li nêzî gundê Dimxiyê yê nêzî benzînxaneya Zorê hatin girtin.

Roja 12`ê mijdara 2012`an balefirên Meg ên rejîmê cara yekemîn bjarê Serêkaniyê bombebaran kir, di bombebarana taxa Mehetê ya Serêkaniyê de 3 ji wan zarok 6 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan, navê welatiyên ku jiyana xwe jidest dane wiha ye "Umer Sîno ji gundê Xirbet Benat, jina bi navê Hemra û sê zarokên wê û welatiyê Kurd yê bi navê Hacî yê ji gundê Diwra"

Roja 13`ê mijdara 2012`an balefirên Meg ên rejîmê dîsa li çend cihan bjarê Serêkaniyê bombebaran kir, balefirên rejîmê kolana salona sporê ya nêzî nexweşxaneya bajêr, kolana postexaneyê, kolana Ebra, kolana Dêrê, kolana mizgefta Buxarî, kolana Telet Sabir û gundê Tiwênê bombebaran kir.

Roja 4`ê nîsana 2013`an li çerxerêya balefirgeha Qamişlo erebeya endamên Meclisa Leşkerî ya YPG`ê rastî êrîşa hêzên rejîmê hat û di encamê de endamên meclisa leşkerî Mezlûm Êrîş, Rojvan Efrîn û Cûdî Ferhan jiyana xwe jidest dan.

Roja 14`ê nîsana 2013`an balefirên rejîmê gundê Hedad ê Başûrê Tirbespiyê bombebaran kir û di encamê de 25 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Dîsa roja 1`ê Hezêranê jî balefirên rejîmê gundê Hedad bombebaran kir û bêtirî 500 donim zeviyên welatiyan şewitandin. Di wê demê de komên çete berê xwe dabûn bajarê Til Koşerê lê hêzên rejîmê gundê Hedad bombebaran kir.

Her wiha piştî ku komên çete ketin bajarê Til Koçerê hêzên rejîmê çend caran bajar bombebaran kir.

Li bajarê Hesekê jî roja 31`ê kanûna 2013`an bendê kontrolê yê YPG`ê li taxa Kelasê rastî êrîşa hêzên rejîmê hat û encamê de şervanê YPG`ê Ehmed Ehmed û welatiyekî sivîl jiyana xwe jidest dan û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di heman demê de hêzên rejîmê êrîşî benda kontrolê ya hêzên asayişê ya li taxa Til Hecer kirin û di encamê de 2 endamên asayişê birîndar bûn.

Roja 16`ê adara 2012`an dema ku welatiyên bajarê Hesekê ji bo bîranîna komkujiya Helebçe daketibûn kolanan hêzên rejîmê êrîşî welatiyan kir û welatiyê bi navê Idrîs Reşo jiyana xwe jidest da. Her wiha roja 9`ê nîsanê şervanê YPG`ê Delîl Ferhad û roja 31`ê hizêranê endamê hêzên asayişê Dijwar Îsa jî bi destên hêzên rejîmê li bjarê Hesekê jiyana xwe jidest dan.

Roja 19`ê tebaxa 2013`an balefirên rejîmê du deverên bajarê Dêrikê bombebaran kirin, di bombaranên li taxa Bolmanan û û taxa Zorava welatiyekî sivîl jiyana xwe jidest dan û 11 jî birîndar bûn. di heman rojê de balefirên rejîmê Gundê Sêgirka Çolê yê Başûrî Girkêlegê bombebaran kir ku gelek ziyanên madî çêbûn.

Roja 12`ê adara 2014`an, di salvegera 10`mîn a serhildana Qamişlo de hêzên rejîmê li nêzî firna taxa Xerbî êrîşî şervanê YPG`ê Hemo Hesen Qewas kirin û di encamê şervanê YPG`ê jiyana xwe jidest da.

Her wiha roja 11`ê adarê jî avahiya şaredariya bajarê Qamişlo rastî êrîşeke terorê hat û di encamê de 10 welatiyên sivîl ên xebatkarên şaredariyê jiyana xwe jidest dan.

Li gorî çavdêtên siyasî destên hêzên rejîma Basê di êrîşa Qamişlo de heye, ji ber ku rejîma Basê siysetên xwe yên nîjadperest li dijî gelê Kurd bi hemû awayan didomîne. Heman rejîmê li Iraqê jî di 16`ê adara sala 1988`an li dijî welatiyên sivîl li bajarê Helebçe yê Başûrê Kuristanê komkujî pêk anî û di encamê de bi hezaran jin, mêr û zarokan jiyana xwe jidest dan.

(kn)