1 deqîqe xwendin

Zêdeyî 40 rafîneyên petrolê bê destûr kar dikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HOŞMEND KURDÎ-ROJNEWS Li sînorê parêzgeha Silêmanî hêjmarek rafîne bê destûr kar dikin. Serokê enerjî û xwezayî yê li parêzgeha Silêmanî Xalib Emer got ku ev yek dibe sedemê pîsbûna jîngeha Silêmanî.”

Ev çend sale li navçeyên Silêmanî Tancero, Bazyan, Dukan, Pîre û Megrun zêdetîr 40 rafîneyên derxistina gazê û depokirina wan bi bê destûra hikumetê û ne yasayî kar dikin.

Li ser vê yekê serokê enerjî û xwezayî yê li parêzgeha Silêmanî Xalib Emer Elî ji RojNews re axivî û got: “Li sînorê parêzgeha Silêmanî zêdetir 40 rafîneyên derxistina gazê hene, ev rafînane çend sale bêku destûra wan hebe kar dikin. Ev rafînane zêdetir gaz û benzîn derdixin, qelîteya vane jî nebaşe. Ji bo wê dibe sedemê xirabunu mekîneyên otomobêlan û jeneretoran. Ya herî xirab jî dibe sedemê xirabûna jîngeyê”

Elî got: “Me daxwaz ji encûmena parêzgeha Silêmanî kiriye daku karê pêwîst ji bo girtina wan rafîneyan bikin, biryar ji bo gorîna wan rafîneyan bidin û yên baştir bînin û bi destûr bin.”

(şf/rn)