Çelê-Colemêrg- li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolan bi awayekî hevdem çalakî pêk hat û pitşî vê pevçûnan dest pê kir û niha jî didome. Di serî de çiyayê Kato û gelek cihên çiyayê yên Çelê ji hewayî û bejayî ve tên bomberankirin. Gerîlayên HPG’ê duh êvarê li 3 xalên cuda bi awayekî hemwext çalakî pêk anîn. Çalakiya ku li hemberî qereqola Geçîmlî û Katataş pêk hat, piştî wê li herêmê tevgerê dest pê kir û heta niha didome. li gorî çavkaniyên fermî yên dewleta Tirk 6 leşker û 2 cerdevan hatin kuştin û piştî vê bi balafrinên şer û helîkopteran herêmê hatiye bombebarankirin. Her wiha yekineyên seyar yên leşkerî kul i gundê Geçîmlî bûn jî li Çiyayê Kato der bi topebaranê kir. Hate zanîn ku helîkopterên çûne herêm mirî û birîndar birine Kişlaya Fatîh ya Colemêrgê û li vir jî bi ambulansan sewqî nexweşxaneya leşkerî kirine. Hate hibûn ku 4 ambulans şandine Gundê Geçîmlî ya li ser riya Çelê-Colemêrgê ku pevçûn diqewimin. Li gorî çavkaniyê herêmî hate hînbûn ku di çalakiyên li hemberî Qereqola Cendermeyan a Karataş û Qerewqola Cendermeyana Geçîmliyê de hemjara leşkeriyên mirî û birîndar zêde ne. Bi taybet jî hate hînbûnku di çalakiya Qereqola Geçîmlî de bi dehan leşker mirine. Cerdevanekî ji DÎHA’yê re axivî û dem adi çalakiyê de li qereqolê bû da zanîn k udi çalakiyê de gelek leşker mirine û 15 heb jî birîndar bûne. Cerdevanê ku navê xwe aşkera nekir wiha got: “Pevçûna bi saetan berdewam kir. Di dema pevçûnê de gelek leşker ketin şokê. Ji vana gelek hêj nehatine ser hişê xwe. Li nexweşxaneyê tedawî dibin. Welatiyên sivîl zêde bandor li ser çêne bû. lê gengeşiyeke mezin çêbû.”
Hemû Nûçe
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...
Bakirhan: Yekîtiya partî û saziyên siyasî yên Kurdan divê wek Pira Dehderî be
Bakirhan di civîna Amedê de diyar got, yekîtiya Kurdan divê wekî Pira Dehderî xu...
Mosqowê ragihand, ew ji bo danûstandinên sêalî yên ligel Ûkrayna û DYE'yê amade ne
Mosqowê da zanîn, ew amade ne piştî 4'ê Sermawezê ligel Ûkrayna û DYE'yê dest bi...
Daxwiyaniyên Besnik Hasi û Şampiyoniya Nehir Aytulun
Amedspor berî maça Samsunsporê bi daxwiyaniyên Besnik Hasi derket pêş; Nehir Ayt...