3 deqîqe xwendin

Êzidiyên Şengalê: Bila PDK dest ji girtina Êzidiyan berde

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

BAHOZ AMED/ŞENGAL Gelê Êzidî yên li çiyayê Şengalê li ser girtin û zordestiya PDK’ê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Êzidiyan diyarkirin ku divê PDK dest ji girtin û zora li ser Êzidiyan berde. Êzidiyên li çiyayê Şengalê zordestî û girtinên Êzdiyan yên ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) ve şermezarkirin. Welatiyên Êzidî yên li gundê Kolka hatin gel hev, jiwir wesayîtan çûn bajarokê Sinunê yê dikeve bakûrê Şengalê. Welatî ji wir jî bi meş çûn ber derê asayîşa pêşmergeyan ya li Sinunê û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê ciwanê binavê Elî Xidir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 3’ê Tebaxê heya niha gelê Êzidî li Şengalê hêza parastina xwe û meclîsa xwe avakirine. Daxuyanî wiha dewamkir: “Gelê me layîqê jiyanek azad nabînin, ji bo vê jî Êzidî tên girtin û binçavkirin. Êzidî û yên ku ji bo Êzidiyan kar dikin wek Elî Saçik ku ji bo gelê Êzidî kar dike tên binçavkirin. Ciwanên Êzidî yên ku dixwazin tevlî YBŞ’ê bibin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tê girtin. Ciwanên Êzidî li hemberî komkujiya 3’ê Tebaxê û rizgarkirina Êzidiyên ku ketin destê çetên DAIŞ’ê dixwazin tevlî nava refên YBŞ’ê bibin. Lê hikûmeta PDK’ê û asayîşa girêdayî wê nahêlin ciwanên Êzidî derbasî Şengalê bibin û digrin. Ev girtin û binçavkirin hemû li hemberî îradeya gelê Êzidî tê kirin û dixwazin yekîtiya Êzidiyan xirabikin û îradeya wan bişkînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê PDK dest ji van polîtîkayên xwe berde û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê PDK dest ji van polîtikayên xwe berde. Êrîşê yekîtiya gelê Êzidî û îradeya wan neke, gelê me yê Êzidî jî li hemberî van polîtîkayan serî natewîne û wê berxwedanek dîrokî nîşan bidin. Wê bi avakirina yekîtiya xwe, îradeya xwe derbixin holê. Ji bo vê divê ciwanên Êzidî ji bo Êzidîxana pîroz tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin. Divê gelê me jî tişta dikeve ser milê wan pêkbîne û tevlî operasyona rizgarkirina Şengalê bibin.”

Piştî daxuyaniyan welatiyan sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana Şengalê’ avêtin û çalakî bi dawî bû.