<p>Hevalên Seyît Riza ku di sala 1937'an de hate darvekirin, bi munasebeta salvegera darvekirina wî meşek bi meşaleyî pêk anîn. Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, bang li Serokwezîr û partiyên siyasî kir û xwest Erdogan êşên elewiyan ji xwe ne neke ranta siyasî. </p>
STENBOL (DÎHA) - Hevalên Seyît Riza ku di sala 1937'an de hate darvekirin, bi munasebeta salvegera darvekirina wî meşek bi meşaleyî pêk anîn. Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, bang li Serokwezîr û partiyên siyasî kir û xwest Erdogan êşên elewiyan ji xwe ne neke ranta siyasî.
Endam û rêveberên Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy, bi munasebeta 73'emîn salvegera darvekirina Seyît Riza ku di komkujiya Dêrsimê de hate darvekirin, li Alîbeykoyê meşek bi meşaleyî pêk anî. Welatiyên Dêrsimê li Kolana Cengîz Topel civîyan û pankarta "Dêrsim komkujiya 38'an e. Kujer niha di sandalyayeya bersûc a dîrokê de ne" vekirin. Komê dirûşmeyên "Bila arşîv vebin û hesab bê dayîn", "Dêrsim rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve", "Seyît Riza dijî û têdikoşe" û "Bila navê Dêrsimê bi payve bidin, em gora xwe dixwazin" berz kirin. Kom heta Kolana Cengîz Topel meşiyan. Pişt re li ser navê komê Serokê Komeleya Dersîmîyan a Eyup Alîbeykoy Mesut Gerçek, daxuyanî xwend û diyar kir ku Seyît Riza û 6 hevalên xwe hatin qetilkirin û ev komkujî aydî dewletê ne. Gerçek, hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li ser êşa elewiyan ranta siyaetê dike. Gerçek, xwest Erdogan berî her tiştî hesabê komkujiyê bipirse û pişt re siyasetê bike. Gerçek bang li her kesî kir û xwest piştgiriyê bidin têkoşîna wan.
(mae)