Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bi dehan malbatên kurdên Êzidî qetil kiriye
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Cîgirê Serokkomarê Iraqê, Osame Nuceyfî îro ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê bi dehan malbatên kurdên Êzidî qetil kiriye û got: “Divê civaka navnetewî ji bo rizgarkirina Mûsilê alîkariya Iraqê bikin.”
Nuceyfî bal kişande ser vê yekê ku êdî tawanên DAIŞ’ê sînor derbas kiriye û dûrî nirxê mirovahiyê ye û wiha berdewam bû: “Bi dehan malbatên Êzidî ku li qezaya Telefer di destê wan de girtî bûn, hatine qetilkirin.”
Nuceyfî daxwaz ji civakên navnetewî dike ku ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ’ê bikevin nava hewildanan.
Duh roja înê waliyê Mûsilê, Esîl Nuceyfî li ser heman mijarê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê bi sedan Êzidiyên ku di destê wan de girtî ne, gulebaran kiriye.
(ge)