2 deqîqe xwendin

Îranê 3 xwendekarên kurd ên keç binçav kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Ji ber ku name ji rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî re şandine, hêzên ewlekariyê 3 xwendekarên kurd binçav kir. Heta niha ti agahdarî ji wan nayê wergirtin.

Hêzên ewlekariyê yên girêdayî Îtliata Îranê 3 xwendekarên kurd ên keç ku ligel 18 hevalên xwe nameyek ji bo Elî Xamneyî şandine, binçav kirin. Navê wan xwendekaran wiha ye; Şîlan, Kewser Rehmanî Pûr û Çinûr Ebasî. Çinûr Ebasî ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehranê hatine binçavkirin.

Li gor agahdariyan hêzên ewlekariyê bêyî hebûna destûrê û berê werin agahdarkirin, ew hersê xwendekarên kurd binçavkirine. Hersê xwendekar roja pêncşema borî li cihê ku lê diman hatin binçavkirin.

Kesekî nêzî malbata yek ji wan keçikan, ji Kurdpa re wiha got: “Hêzên ewlekariyê ew keç li yurda wan a li Tehranê binçavkirine û berî ku bên agahdarkirin. Hêzên ewlekariyê di dema binçavkirinê de hinek kelûpelên wan jî bi xwe re birine. Heta niha nayê zanîn ew hersê keç li kûderê girtîne.”

Hersê xwendekarên keç berî du heftiyan ligel 18 çalakvanên sivîl û mafê mirov ên kurd, ji ber rewşa xirab a jinên kurd ên çalakvanên siyasî yên di girtîgehên Îranê de nameyek ji bo Elî Xamneyî û Meclisa Îslamî re şandibûn.