2 deqîqe xwendin

Îro li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li dijî binçavkirin û girtinên Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve îro li bajarê Kerkûk, Silêmanî, û Dihok di heman demê de li bajarok û navçeyên Kelar, Kifrî, Derbendîxan û Ranya çalakî tên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li beramberî girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve her ku diçe zêde dibin. Biryare îro li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Dihokê, her wiha navçe û bajarokê weke Kelar ser bi Germiyan û bajarokên Derbendîxan, Kifrî û Ranya çalakî werin lidarxistin.

Çalakiya li bajarê Kerkûkê di saet 10:00'an de li ber Baxçeyê Qela Kerkûkê tê lidarxistin.

Li bajarê Silêmaniyê saet 11:00'an de li Parka Dayîk ji aliyê Jinan ve tê lidarxsitin.

Li Bajarê Dihokê saet 15:00 yên piştî nivro li Parka Azadî ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ve tê lidarxistin.

Li bajarokê Kelar ser bi Germiyan ve di saet 15:30'an de ji aliyê gelê herêmê ve li ber deriyê Parka Leyla Qasim destpê dike, heya navenda bazarê birêve diçe.

Li bajarokê Kifrî di saet 15:00'an de ji aliyên Tevgera Azadî li ber avahiya Qehwexaneya Rewşenbirên Li nav bazara Bajarok de xwepêşandanekî berfireh tê li darxistin.

Biryar hatiye girtin îro li bajarokê Derbendîxan û Ranya li ser heman mijarê çalakî werin li darxistin.

(sk/np)