Ûkrayna êrîşa bi dron a li keştiya Turkî xist, dixe stûyê Ûrisyayê
Ûkraynayê ragihand, Ûrisyayê li Deryaya Reş li keştiyeke bazirganî ya Turkî xistiye û du kes hatine kuştin.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand, du dronên Ûrisyayê li keştiyeke bazirganî ya bar a şîrketeke Turkî li Deryaya Reş ketine. Rayedarên deryayî yên Romanyayê ragihandin, keştiya bi navê "Royad Mammadov" a ku genim ji bendera Îzmaîlê ya Ûkraynayê vediguhast Îtalyayê, şewitiye û piştre noqî binê avê bûye; di encamê de 2 kes mirine û 11 kes hatine rizgarkirin.
Li gor Dengê Amerîka weşandiye, Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî daye zanîn, êrîşa bi du dronan a Ûrisyayê "çalakiyeke terorê" ye li ser keştiyeke sivîl û xwestiye ji bo fişara li ser Mosqowê hevkariya navneteweyî bihêz bibe.
Li gor nûçeya ajansa Ukrinformê weşandiye, keştî li herêma aborî ya taybet a Romanyayê, nêzîkî 20 mîlên deryayî ji peravên Romanyayê û nêzî platforma gazê ya Pescărușê bi dronan hatiye lêxistin. Wezareta Karên Hundir a Romanyayê piştrast kir, piştî lêdana dronan agir bi keştiyê ketiye û tîmên rizgarkirinê 11 endamên tîmê rizgar kirine, lê 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gor rojnameya Ukrainska Pravdayê weşandiye, keştiya bi navê "Royad Mammadov" roja Duşemê 5'ê Kewçêra 2026'an saet di 10:37'an de peyama hewarhatinê şandiye. Keştî ji bendera Îzmaîlê bi rê ketibû û bi riya Deryaya Reş ber bi bajarê Ravennayê yê Îtalyayê ve diçû. Her wiha hat ragihandin, kaptanê keştiyê jî di bûyerê de birîndar bûye û bi helîkopterê hatiye veguhestin.
Li gor BBC'yê weşandiye, keştî bi ala Saint Kitts û Nevisê dimeşiya, lê ji aliyê şîrketeke Turkî ve dihat birêvebirin. Rayedarên Romanyayê derketina şewatê û noqbûna keştiyê piştrast kirin, lê destnîşan kirin ku lêkolînên fermî yên li ser sedema bûyerê didomin.
Li gor ragihandina rojnameya New York Timesê, zêdebûna êrîşên li ser gemiyên bazirganî yên li Deryaya Reş metirsiyeke mezin li ser riya veguhastina zad û ewlehiya xurekê ya cîhanê çêdike. Heta niha karbidestên Ûrisyayê li ser bûyerê tu daxuyaniyên fermî nedane.
Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk