Ûrisya: Di Laboratuwara Webayê de Tu "Rewşa Awarte" Nîne

Piştî mirina karmendeke laboratuarê, Ûrisyayê ragihand, li navendê tu rewşa awarte nîne û tedbîr hatine wergirtin.

Cîhan Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li bajarê Irkutskê yê li herêma Sîbîryayê ya Ûrisyayê, piştî mirina karmendeke ciwan a laboratuwarê, karbidestên tenduristiyê yên Ûris ragihandin ku li saziyê tu "rewşa awarte" çênebûye û xebat di bin kontrolê de ne.

Li gor New York Timesê weşandiye, rayedarên Amerîkî ji bo zelalkirina bûyerê daxwaza agahiyên berfirehtir kirine. Rayedarên Ûrisyayê diyar kirine, karmenda 28'salî Darya Shipilova di 2'yê Kewçêrê de miriye. Ew li dijî webayê hatibû derzîkirin û sedema fermî ya mirina wê wek nexweşiya pişikê ya bi eslê xwe ne diyar hatiye tomarkirin.

Li gor BBC Newsê weşandiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn, ew amade ye ji bo vê mijarê alîkariyê pêşkêş bike û plan dike bi Serokê Ûrisyayê Vladimir Putin re biaxife. Qesra Kremlînê jî ragihand, ew ji bo peywendiyeke bi vî rengî amade ne.

Her wiha nêzîkî 200 kesên ku bi xebatkarê re ketibûn têkiliyê ketine bin çavdêriya bijîşkî, lê li gor daxuyaniyên fermî yên Mosqowê, tu nîşanên nexweşiyê li kesekî din nehatine dîtin.

Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk