1 deqîqe xwendin

Şervanên YPG'ê panzêreke artêşa Tirk a dagirker li Şiyê rûxandin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

EFRÎN – Li gundê Ferferk a Navçeya Şiyê Hêzên YPGʹê bersiva êrîşa Artêşa Tirk a dagirker da. Di encamê de kutşî û birîndarên Artêşa Tirk çêbûne, her wiha panêzrek hate deribkirin.

Artêşa Tirk a Dagirker êrîşên xwe yên li ser gundên Qerebaba û girê Heşirkê (Tepe Heşirkê) yên navçeya Raco careke din pêk anîn. Hêzên YPGʹê bersiva êrîşan da û şer derket. Hate gotin ku di encamê de kuştî û birîndarnê Artêşa Tirk heye. Lê derbarê hejmarê de agahî ne hatin zanîn.

Çavkaniyan gotin ku dema şervanên YPGʹê li nêzî Teba Heşerkê û Qerebaba bersiva êrîşên Artêşa Tirk da panzêrek li gundê Ferferk a navçeya Şiyê hate deribkirin. Li herêmê şer hîn jî didome.

Artêşa Tirk a Dagirker duh di saetên êvarê de hêzên xwe û alavên xwe yên leşkerîû li sînorê navçeya Şiyê zêde dikirin û amadekariya êrîşekê dikirin. Hzên YPGʹê bersiva êrîşê da û 3 leşkerên Tirk kuştin û panzêrek wan derib kirin.

(dc)

ANHA