AMÛDÊ – Li bajarê Amûdê 50 şagirtin zimanê kurdî piştî werdeya 3 mehan, bawernameyên xwe girtin.
Perwerdeya ku ji destpêka 2015’an ve ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ve hatibû destpêkirin, duh bi dawî bû. Bi munasebeta dawîbûna perwerdeyê li Navenda TZP’ê ya Şehîd Canyar merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, rêveberê TZP’ê Serdan Ehmed axivî û diyar kir ku ziman çand û hunera gelan e. Ehmed destnîşan kir ku ziman di nava şoreşan de roleke gelekî mezin dilîze û got; “Erka her kesî ye ku bi zimanê xwe bi axive, bixwîne û binivîse.” Ehmed di dawiya axaftina xwe de hemû şagirt pîroz kirin.
Piştî axaftinê şargitên ku ji jin, zilam, ciwanan pêk tên û welatiyên ereb jî di nav wan de hene bawernameyên xwe ji destê mamosteyan girtin. Ji şagirtên ku bawername girtine 42 kes ên asta yekemîn, 8 kes jî yên asta duyemîn in.
Merasîm bi belavkirina şêraniyê bidawî bû.
(şm/aq)
ANHA