1 deqîqe xwendin

Şahîn di şer de israr kir

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Wezîrê Karên Hundir Şahîn, di şer de israr kir

Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, dîsa pirsgireka kurd înkar kir û îdia kir ku pirsgirêka kurd tune pirsgireka terorê heye. Şahîn, diyar kir ku ew dê şer berdewam bikin û heta endamekî PKK'ê hebe dê operasyonên wan bidomin.

Wezîrê Karên Hundir Îdris Naîm Şahîn, der barê geşedanên dawî de axivî û dîsa di şer, operasyon û kuştinê de israr kir. Şahîn, pirsgirêka kurd înkar kir wiha got: "Pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka terorê heye." Şahin, dîsa helwesta xwe ya di israra şer de anî ziman û wiha axivî: "Me berê jî gotibû em dîsa jî dibêjin. Heta endamekî rêxistinê hebe dê operasyonên me berdewam bike. Dê têkoşîna me ya bi rêxistinê û rêxisinan re berdewam bike. Bila kes ji me rawastandina operasyonan nexwazin."

(mae)