3 deqîqe xwendin

Şaredar dê Erdogan qebûl nekin

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ENQERE (DÎHA) – Serokomar Erdogan ê ku di demên dawî de têkîldarî pirsgirêka kurd bi daxuyaniyên ku daye bal kişand di serdana xwe ya Êlih, Amed û Sêrtê ji aliyê şaredariyên DBP’î ve neyê pêşwezîkirin. Şaredar daxwaza serdanê ya Erdogan a ji bo şaredariyan jî neyînî bersivandin.

Serokomar Erdogan ê ku di demên dawî de bi gotina “Pirsgirêka kurd nîne, ev yek anîna ziman cudakarî ye, li holê mase nîne” têkîldarî pirsgirêka kurd nêzîkatiya xwe nîşan da îro diçe Amed û Êlihê, serdana Erdogan a îro tê mereqkirin. Ji bo kut evli merasîma vekirina komî ya Erdogan bibin xebatkarên cemaweriyê mecbûr hatine girtin û ji bo serdana Erdogan a şaredariyan jî walîtiyan daxwaza fermî kiribûn.

Têkîldarî mijarê ji DBP’ê daxuyaniyeke girîng hat. DBP’ê bal kişand li ser daxuyaniyên Erdogan ên di demên dawî de û hate gotin ku Erdogan di serdanê de ji aliyê şaredariyan ve neyê pêşwazîkirin û neyê qebûlkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Giştî ya DBP’ê ve hate dayîn de ji bo pêşwazînekirin û qebûlnekirina Erdogan ev tişt hate gotin: “Pêvajoya çareseriyê ya ku di Newroza 2013’yan di ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate despêkirin ligel nêzîkatiyên AKP’ê yên mijulkirinê bi berpirsyariya girîng a têkoşîna siyasî û demokratîk a kurdan ve heta deklerasyona 28’ê Sibatê ya Dolmabahçeyê hatiye. Daxuyaniya Dolmabahçeyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hemû kurd û tirkan ve û çareserkirina pirsgirêka kurd hêviyek derxistiye holê û hêviya bi dawîbûna şer ê ku bi dehan salan e didome derxistiye holê.

Lê ligel vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê daxuyaniya Dolmabahçeyê qebûl nekiriye ji bo muzakereyê heyeta şopandinê aşkera kiriye ku dê nikare bê avakirin û mudaxaleyî pêvajoyê kiriye. Di berdawamê de jî bi gotina “pirsgirêka kurd tuneye, gotina pirsgirêka kurd cudakarî ye xiyanet e, dewlet kesekî muxatab nagire û mase nîne” feraseta ku pirsgirêka kurd derxistiye holê dubare kiriye. Dîsa hikûmeta AKP’ê di serî de li Giyadîna Agiriyê bi provokasyonan nîşan daye ku bi atmosfera aştiyê naxwaze bikeve hilbijartinan.

Deklerasyona Newroza 2013’an, pêvajoya ku e 2 sal in berdewam dike bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve daxuyaniya 28’ê Sibatê û ligel vê yekê jî nêzîkatiyên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê nîşan daye ku kî şer dixwaze.

Di pêvajoya ku ev geşedan çêdibin de Tayyîp Erdogan di 2’ê Gulanê de tê Êlih, Amed û Sêrtê û dixwaze li van bajaran biçe serdana şaredariyan.

Ji ber daxuyaniyên Tayyîp Erdogan ên derbarê pirsgirêka kurd û pêvajoya aştî û çareseriyê, ferzkirina polîtîkayên şer û dîsa wekî nêzîkatiya wî ya serokwezîrekî di bin navê bernameya vekirinê de propagandaya AKP’ê kirine hevşaredarên me dê tevli bernameyên pêşwazîkirinê nebin û wî qebûl nekin.”

(sa)